Dihok (Rûdaw) - Cotkarê ji Dihokê Hisên Dergijnikî di rezê xwe ya 6 donimî de hem cureyên xwemalî hem jî bi dehan cureyên tirî yên ku ji Çîn û Fransayê anîne diçîne û ji ber zêdebûna daxwazê nikare bersiva hemûyan bide.
Hisên Dergijnikiyê ku li gundê Dergijnikê yê nahiyeya Mangêşkê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê dijî, di reza xwe ya 6 donimî de bi dehan cureyên tirî yên cuda diçîne.
Dergijnikî, li gel cureyên xwemalî, cureyên tirî yên ku ji welatên wekî Çîn û Fransayê anîne jî bi serkeftî hildiberîne.
Dergijnikiyê ku diyar kir ku ew her roj diçe serdana rezê xwe û xizmetê dike got
“Ez rojane avdanê dikim. Meha Sibatê ez dest bi reşandina derman dikim.
Mehên havînê jî ji bo ku gûşî neşewitin ez rêbazeke cuda ya reşandina derman bi kar tînim.”
Cotkarê ku di rezê wî de gelek cureyên wekî Hilwanî, Kimalî, Mîranî, Riglup, Fransî, Zeytûnî, Kişmişî û Yaqûtî hene anî ziman ku ew ji bo her gûşiyê tirî xizmeteke taybet dike û zibil û dermanreşandinê jî li gorî wê plan dike.
Dirêjahiya hinek gûşiyan digihîje 60 santîmetreyan.
Dergijnikî da zanîn ku ji bo parastina tiriyan ji kurm û kêzikan rêbazên taybet ên dermanreşandinê bi kar tîne û got, “Niha dema berhevkirina tiriyê Kimalî hatiye.”
Cotkar da zanîn ku ew beşeke tiriyê xwe ji bo xwarinê û beşekê jî ji bo çêkirina şerbeta taybet difiroşe.
Wî anî ziman ku bi taybetî şerbeta ku ji tiriyê Fransî tê çêkirin gelekî tê ecibandin û kîloya tirî bi 10 hezar dînaran (nêzîkî 7 dolaran) e.
Dergijnikî da zanîn ku ew ji bo tiriyê hişk ango mewîj jî daxwazeke zêde werdigire û wiha pê de çû:
“Ev tiriyê hişk ê ku hûn li ser vê sifreyê dibînin cureyê Mîranî ye.
Yên reş jî Riglup in. Ez ji derveyî welêt jî daxwazan werdigirim lê nikarim bigihînim hemûyan.”
Dergijnikiyê ku îsal ji Çînê çar cureyên nû yên tirî anîne diyar kir ku ev cure dê sala bê dest bi berhemdariyê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse