Rêjeya hatina avê bo rûbarên Başûrê Kurdistanê hatiye kêmkirin

06-09-2018
RÛDAW
Ji ber çêkirina bendavan ji aliyê Îran û Tirkiyê rêjeya hatina avê hatiye kêmkirin
Ji ber çêkirina bendavan ji aliyê Îran û Tirkiyê rêjeya hatina avê hatiye kêmkirin
Nîşan Av Bendav Îran Tirkiye Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her sal li Îran û Tirkiyê 12 milyar metre sêca av, ji Rojhilat û Bakurê Kurdistanê dirije rûbarên Başûrê Kurdistanê, lê çêkirina çend bendavên mezin weke bendava Kolese li nêzîkî Serdeştê, bûne sedema daketina rêjeya hatina avê bo rûbarên Başûrê Kurdistanê.

 

Bendava Kolese, li ser çemê Zêyê biçûk e û di dema kêmtirî salekê de, zêdetirî 150 milyon metre sêca av têde hatiye komkirin û ev jî bûye sedema daketina rêjeya ava Zêya Biçûk.

 

Endamekî lijneya çavdêriya cotkariyê ya Parlementoya Kurdistanê dibêje, mijara avên navdewletî yên Herêma Kurdistanê, mijareke siyasî ye û peywendiya wê bi Bexdayê re heye.

 

Di dawiya sala 2017an de piştî derbasbûna 2 mehan li ser girtina bendava Kolese, pirsgirêka avê gihişte deştên Şêx Birayim Girîso, Girîs û Qultê li deştên navbera Serdeşt û Rebat.

 

Li deşta Şêx Birayim, ji ber pirsgirêka avê, bendava Kolese bi temamî ketiye bin avê.

 

Biryaderê Komîteya Çandinî, Ajeldarî û Bendavan ê li Parlementoya Kurdistanê Ziyad Hisên Ebdulkerîm red kir ku bendava Kolese ji aliyê Iranê ve hatibe girtin.

 

Ziyad Hisên Ebdulkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ti tiştek di derbarê kêmkirina ava Zêya Biçûk û girtina bendava Kolese ne gihiştiye wan.

 

Di dema derbasbûyî de ji ber girtina ava Zêya Biçûk ji aliyê Iranê ve, hikûmeta Iraqê hate agahdarkirin ku ev mijar siyasî ye û girêdayî Bexdayê ye.

 

 

Herweha Qayimeqamê Navçeya Pişder Bekir Bayiz bi hiceta ku tiştek ne gihiştiye wan, red kir di derbarê kêmbûna avê û girtina bendava Kolese biaxive.

 

Çavkaniyên avê li Herêma Kurdistanê ji ava jêrzevî, ava serzevî pêk tê, herwiha ji Îran û Tirkiyê ve 12 milyar metre sêca av tê Herêma Kurdistanê û 20 bendav li ser hatine avakirin. Mezintirîn bendav jî, Derbendîxan û Dûkane ku dikare 10 milyar metre sêca avê kom bike.

 

Ev du sal in Îran bendava Kolese ya li ser sînorê Serdeştê gihandiye qonaxa dawî, îsal û sala derbasbûyî jî, car caran çavkaniyên Zêya Biçûk girtibû, niha jî encamên wê derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst