Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî xelkê bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê di Bendava Mehabadê de xeniqiye û heta niha termê wî nehatiye dîtin.
Birêvebirê Parastina Sivîlan a Mehabadê Seyîd Nesîr Mehmûdî ragihand ku lêgerîna li termê ciwanê 36 salî yê ku doh di Bendava Mehabadê de xeniqîbû, berdewam e û tîm ji saet 08:00ê sibehê ve dest bi lêgerînê kiriye.
Birêvebirê Parastina Sivîlan a Mehabadê Seyîd Nesîr Mehmûdî got:
"Ji saet 03:00ê piştî nîvroya doh ve lêgerîna li termê Behzad Kerîmiyê 36 salî didome.
Bûyerên bi vî rengî cara yekem çênabin, em daxwazê ji xelkê dikin ku di bendavê de avjeniyê nekin."
Seyîd Nesîr Mehmûdî da zanîn ku ava Bendava Mehabadê ava vexwarinê ye û divê xelk ji bo ku nexweşî di nav xelkê de belav nebin, di nav bendavê de avjeniyê nekin.
Seyîd Nesîr Mehmûdî her wiha anî ziman:
"Ji ber hebûna turbînên bihêz ên ji bo kişandina avê yên di nava bendavê de, egera kişandina wan kesên ku li wir avjeniyê dikin jî heye."
Birêvebirê Parastina Sivîlan a Mehabadê Seyîd Nesîr Mehmûdî da zanîn:
"Tîm li termê Behzad digerin û ji bilî tîma binavê, kamerayên taybet ên binê avê jî hatine bikaranîn lê heta niha termê wî nehatiye dîtin."
Seyîd Nesîr Mehmûdî diyar kir ku heta term were dîtin dê lêgerîna tîmên wan berdewam bike.
Ciwanekî xelkê Seqizê yê bi navê Karo Rustempûr jî 29ê Tebaxê di dema avjeniyê de li Bendava Mehabadê xeniqîbû û piştî sê rojan termê wî hatibû dîtin.
Li gorî amarên fermî yên Bijîşkiya Dadî ya Îranê, sala borî hezar û 26 kesan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava çem û bendavan de canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse