EFRÎN - Komên çekdar dest danî ser 1000 darzeytûnên malbateke Kurd

06-09-2025
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Efrin Komên Çekdar Kurd Darzeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Elî Caro yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê komên çekdar ên Emşat û Hemzatê dest danîn ser nêzîkî hezar darzeytûnên malbateke Kurd.

Parêzer û mafnas Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, li gundê Elî Caro yê navçeya Bilbilê ya Efrînê endamên nivîsgeha aborî ya hêza hevbeş a komên çekdar ên Emşat û Hemzatê dest danîne ser zeviyên malbata Bilal Oso.

Şêxo diyar kir ku bi hinceta ku pêwendiya zarokên wî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re heye komên çekdar dest daniye ser nêzîkî hezar darzeytûnên malbata Bilal Oso.

Li gorî agahiyên ku Îbrahîm Şêxo dane, hevjîna Bilal Oso piştî rûxîna desthilata Esed a 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an vegeriyabû gundê xwe û xizmeta zeviyên xwe dikir.

“Komîteyeke aboriyê rê da komên çekdar”

Îbrahîm Şêxo anî zimên, “Ev gav piştî wê yekê tê ku hikûmeta Sûriyeyê komîteyeke aborî li Herêma Efrînê xiste kar û wê komîteyê jî rê da komên çekdar ku nivîsgehên xwe yên aborî aktîv bikin û zevî, xwediyên zeviyan û malên wan ji aliyê ewlehiyê ve lêkolîn bikin.”

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst