Hewlêr (Rûdaw) - Mamoste û akademîsyenê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê ya Bakurê Kurdistanê Doç. Dr. Kenan Subaşi ragihand ku wan ji bo hînkirina zimanê Kurdî di astên cuda de kursên online vekirine.
Subaşi diyar kir ku ji bilî Kurmancî, kurseke wan ji bo Kirmanckî (Zazakî) jî heye û ji her temenî kes dikarin ji her devera cîhanê beşdarî kursan bibin.
Doç. Dr. Kenan Subaşi beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê kursan de agahî dan.
Akademîsyen Kenan Subaşi tekez kir ku ji Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û ji her çar aliyên cîhanê xwendekarên wan hene.
Mamosteyê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê da zanîn ku wan 1ê Çiriya Pêşîn dest bi tomarkirina navan ji bo kursên zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî kiriye.
Ji bo Kurmancî 3 astên sereke
Kenan Subaşi diyar kir ku kursên Kurmancî di sê astên sereke de ne:
Asta A1: Ji bo kesên ku qet Kurdî nizanin û dixwazin ji nû ve hîn bibin.
Asta B1: Ji bo kesên ku dikarin Kurdî biaxivin û fêm bikin lê di xwendin û nivîsandinê de zehmetiyan dikişînin.
Perwerdekariya Kurdî: Ev ast wekî bernameyeke mastera bêtez e û tê de dersên li ser ziman, edebiyat, çand û dîroka Kurdî hene.
Subaşi her wiha eşkere kir ku ji bilî Kurmancî, wan ji bo Kirmankî jî di asta destpêkê (A1) de kursek vekiriye.
Ji her temenî û ji her derê cîhanê
Akademîsyen Kenan Subaşi tekez kir ku ev kurs ji sala 2011an ve hene lê ji sala 2019an û vir ve bi temamî online tên dayîn.
Subaşi got, "Ji ber ku kurs online in, xwendekarên me ji Amerîka, Brezîlya, Ewropa û ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar dibin."
Wî destnîşan kir ku ji bo beşdarbûnê ti sînoreke temenî nîne û tenê şert ew e ku kes bizanibe bi giştî bixwîne û binivîse.
Tevahiya pêvajoyê ji tomarkirina navan heta wergirtina sertîfîkayê online birêve diçe.
Ezmûna Sertîfîkayê
Mamosteyê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê behsa derfeteke din jî kir û got, ew kesên ku Kurdiya wan baş e lê belgeyeke fermî dixwazin, dikarin beşdarî "Ezmûna Sertîfîkayê" bibin.
Li gorî gotina wî, ew ezmûn dê 24ê Çiriya Paşîn bê kirin û beşdar dê li gorî asta xwe (ji A1 heta C2) sertîfîkayê wergirin.
Kenan Subaşi derbarê heqê kursan de jî tekez kir ku ji ber keda mamosteyan û ji bo berdewamiya xizmetê heqeke sembolîk tê wergirtin û ew heq li gorî kursên din ên piyaseyê gelekî kêm e.
Doç. Dr. Subaşi di dawiya axaftina xwe de bi taybetî bangî Kirmanckîaxêvan kir ku eleqeyê nîşanî kursa Kirmanckî bidin da ku kontenjana wê jî tije bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse