Mezlûm Ebdî Donald Trump pîroz kir

06-11-2024
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Donald Trump Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî Namzedê Komariyan Donald Trump pîroz kir.

Xelkê Amerîkayê çû ser sindoqan û di navbera Donald Trump û Kamala Harrisê de tercîha xwe kir.

Heta niha 267 delegeyên Donald Trump û 224 delegeyên Kamala Harrisê hene û namzedê ku 270 delegeyî bistîne dê bi ser bikeve.

Donald Trump di weşana zindî de serkeftina xwe bi gotinên, “Ez bûm serokê 47an, ez spasiya gelê Amerîkayê dikim” ragihand.

“Ez hêvî dikim em wekî berê bi hev re bixebitin"

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî piştî van encaman bi rêya hesabê xwe yê Xê Donald Trump pîroz kir û got:

“Ez hêvî dikim ku em wekî berê bi hev re bixebitin.

Ez ji bo bihêzkirina hevkariya me û pêkanîna aramiya herêmê amade me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mezlûm Ebdî û Rohilat Efrîn / Wêne: Ji ber dîmenan

Mezlûm Ebdî: Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî got, 'Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene, me û Tehrîr El Şamê ti carî şer nekiriye'