Bahçelî got 'Erê', AK Partî bêdeng e: Gelo Komîsyon dê biçe Îmraliyê?

06-11-2025
Nîşan Komîsyona Çareseriyê Devlet Bahçelî AK Partî DEM Partî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku dê îro li ser rojeva “Serdana Ocalan” bihata kirin, hat bipaşxistin.

Xebatên Komîsyonê li ser pirsa çûna Îmraliyê asê mane.

Partiya desthilat a Tirkiyeyê AK Partî di dayîna vê biryara girîng de zehmetiyan dikişîne.

Civîna 17emîn a Komîsyonê ji bo hefteya bê hat bipaşxistin. Sedema fermî "pirsgirêkên teknîkî" ye lê sedema rastîn nakokiya li ser çûna Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ye.

Bahçelî got "Em diçin", AK Partî dudil e

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku partiya wî amade ye biçe Îmraliyê lê belê AK Partî hîn negihiştiye biryareke teqez.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da nîqaşkirina hemû mijaran. Her wiha Erdogan pirsên derbarê çûna Îmraliyê de bêbersiv hiştin.

Li gorî agahiyên kulîsên Enqereyê li ser mijarê di nav AK Partiyê de nêrînên cuda hene.

Hinek serkirdeyên AK Partiyê di wê baweriyê de ne ku hewce nake Komîsyon biçe Îmraliyê, ji ber ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê jixwe diçe û peyamên Ocalan ji raya giştî re radigihîne.

Hinek serkirdeyên din ên AK Partiyê jî ji tirsa windakirina dengan, li dijî çûna Îmraliyê derdikevin û pêvajoya salên 2013-2015an bi bîr tînin.

DEM Partî israr dike, CHP li benda helwesta AK Partiyê ye

DEM Partî israr dike ku divê Komîsyon teqez biçe Îmraliyê. DEM Partî vê yekê jî ji bo samîmiyeta AK Partiyê wekî pîvanekê dibîne.

Li aliyê din, CHP jî li benda biryara desthilatdariyê ye. CHP dê helwesta xwe piştî ku mijar fermî bibe diyar bike.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel beriya bi çend hefteyan diyar kiribû ku di warê çûn û neçûna Îmraliyê de ew dixwazin helwesta AK Partiyê bibînin.

Li aliyê din Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan jî tevlî nîqaşan bû û wî jî diyar kir ku eger Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pir dixwaze bila ew biçe Girava Îmraliyê

Şerê medyayê li ser çûna Îmraliyê

Li aliyê din, mijara çûna Îmraliyê di nav medyaya nêzîkî desthilatdariyê de jî bûye sedema nîqaşan.

Rojnameya Yeni Şafakê bi manşeta "Bila Komîsyon neçe Îmraliyê" li dijî çûnê derket.

Rojnameya Turkgun a nêzîkî MHPyê jî bi manşeta "Derdê we çi ye?" bertek nîşanî Yeni Şafakê da.

Her wiha Turkgunê, Yeni Şafakê bi "derbekirina pêvajoyê" tohmetbar kir.

Tê payîn ku 13ê mehê Komîsyon ji bo pêşniyar yasayên pêvajoyê rapora xwe amade bike û guhdarîkirina Ocalan jî bê rojevê.

Manşeta Rojnameya Turkgunê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst