Hewlêr (Rûdaw) - Çirûska ku agirê pêvajoya aştiyê geş kir silaveke neçaverêkirî ya Devlet Bahçelî bû.
Di Çiriya Paşîn a 2024an de silava Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya li parlamenterên DEM Partiyê bû destpêka pêvajoyeke nû û dîrokî ku di salekê de çarenivîsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê guherand.
Bahçelî gotibû, "Eger tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, bila bê di civîna koma DEM Partiyê de biaxive.
Bila biqîre ku teror bi temamî bi dawî bûye û rêxistin hatiye hilweşandin."
Gelo di vê pêvajoya ku zêdeyî salekê ye berdewam diek çi bû û kê çi got?
Devlet Bahçelî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çi peyam da?
Ev rapor nexşerêya gavên ku di vê salê de hatin avêtin û Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ber bi qonaxeke nû ve bir radixe ber çavan.
1ê Çiriya Pêşîn a 2024an: Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, di merasîma vekirina Parlamentoya Tirkiyeyê de, bi awayekî neçaverêkirî silav da parlamenterên DEM Partiyê û destê xwe dirêjî wan kir.
Ev pêngava Bahçelî wekî "îşareta pêvajoyeke nû ya çareseriyê" hat şîrovekirin.
12ê Çiriya Pêşîn a 2024an: Recep Tayyîp Erdogan silava Bahçelî wekî "erênî û watedar" nirxand û got, "Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên derveyî terorê her tim amade ne."
15ê Çiriya Pêşîn a 2024an: Bahçelî di civîna koma partiya xwe de bangî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir û xwest ku rêxistin xwe fesix bike.
22yê Çiriya Pêşîn a 2024an: Bahçelî banga xwe dubare kir û pêşniyar kir ku Abdullah Ocalan bê Parlamentoya Tirkiyeyê û "fesixkirina rêxistinê" ragihîne.
23yê Çiriya Pêşîn a 2024an: Piştî daxuyaniya Bahçelî, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan çû Îmraliyê.
Piştî ziyaretê Omer Ocalan peyama Ocalan weşand ku wisa bû: "Tecrîd berdewam dike. Eger şert û merc çêbibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer û tundiyê bikişînim zemîna hiqûqî û siyasî."
23yê Çiriya Pêşîn a 2024an: PKKyê li Enqerê êrişî Saziya Pîşesaziya Feza û Hewayî ya Tirk (TUSAŞ) de pênc kes mirin.
30yê Çiriya Pêşîn a 2024an: Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da banga Bahçelî ya ji bo rûxandina rêxistinê.
4ê Çiriya Paşîn a 2024an: Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Şaredara Batmanê Gulîstan Sonuk û Şaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji erkên xwe hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin.
26ê Çiriya Paşîn a 2024an: DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an: Li Sûriyeyê Heyeta Tehrîr el-Şamê (HTŞ) tevî komên çekdar ên hevpeymanên xwe Şam kontrol kir û Beşar Esed ji Şamê derket.
28ê Kanûna Pêşîn a 2024an: Heyeta DEM Partiyê ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat çû Îmraliyê û yekem hevdîtina di çarçoveya pêvajoya nû de pêk hat.
Ocalan di peyama xwe de got, "Ez xwedî wê ehliyet û biryardariyê me ku bi awayekî erênî tevkariyê li paradîgmaya nû ya ku Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan hêz daye wê bikim."
27ê Sibata 2025an: Abdullah Ocalan bangî rêxistinê kir ku "çekan deyne û xwe fesix bike." Ocalan got, "Ji bo yekbûna bi dewlet û civakê re, kongreya xwe kom bikin û biryarê bidin; divê hemû kom çekan deynin û PKK xwe fesix bike."
1ê Adara 2025an: PKKyê ragihand ku ew ji 1ê Adarê û pê ve agirbestê îlan dike û dê li gorî banga Ocalan tevbigere.
10ê Adara 2025an: Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer Peymana 10ê Adara îmze kir û biryar hat dayîn ku HSD entegreyî saziyên birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibe.
10ê Nîsana 2025an:Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Serokkomariyê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê qebûl kir.
3yê Gulana 2025an: Sirri Sureyya Onderê ku ji 15ê Nîsanê ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin û xwîn çûbû ser mejiyê wî wefat kir.
12ê Gulana 2025an: PKKyê ragihand ku li ser banga Abdullah Ocalan di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe kom kiriye û rêxistin hatiye fesixkirin.
18ê Gulana 2025an: Devlet Bahçelî bang kir ku ji bo pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" li Parlamentoyê komîsyonek bê avakirin.
11ê Tîrmeha 2025an: PKKyê li Herêma Kurdistanê, li pêşberî Şikefta Casenayê ya li Silêmaniyê, bi awayekî sembolîk çalakiya şewitandina çekan li dar xist.
5ê Tebaxa 2025an: Komîsyona Parlamentoyê ya bi navê "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" yekem civîna xwe li dar xist.
27ê Çiriya Pêşîn a 2025an: PKKyê ragihand ku biryara vekişandina hêzên xwe yên çekdar ji Tirkiyeyê daye.
21ê Çiriya Paşîn a 2025an: Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê, di dengdana xwe de biryar da ku heyetekê bişîne Îmraliyê. AK Partî, MHP û DEM Partiyê dengê "erê" da.
Piştî civîna Îmraliyê û guhdarîkirina Abdullah Ocalan tê payîn ku Komîsyon ji bo pêşniyar yasayan raporan amade bike û wan raporan pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse