Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê ragihand ku 8 kes li navçeya Çemçemalê hatine desteserkirin û dibêje, ew grûp ji 2004 ve têkiliya wan bi rêxistina El-Qaîdeyê ve heye û di çend karên terorîstî de beşdar bûne û bîet dane DAIŞê jî.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê ku îro Sêşemê belav kir, ew kes endamên “grûpeke terorîstî” ne ku ji 8 kesan pêk tên û li navçeya Çemçemalê plan û organîzekirina kiryarên terorîstî yên neyasayî dikirin.
Li gorî daxuyaniyê, dadgehên Iraqê di çarçoveya "qanûna terorê" de biryara desteserkirinê derbarê wan de derxistibûn.
Asayişa Rojavayê Silêmaniyê dibêje, “piştî razîbûna Asayişa Herêma Kurdistanê lêkolîn derbarê dosyeya wan kesan de hat destpêkirin û bi biryara dadwerê lêkolînê roja 5ê Sibata 2023 di çend operasyonên cuda de hêzên rêveberiya me bi alîkariya hêzên operasyonê yên Dezgeha Asayişa Herêmê, Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê, ew 8 kes hatin desteserkirin.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, di lêpirsînê de ew kes li xwe mikur hatine ku beşdarî di êrîşên terorîstî de kirine û welatiyên sivîl û endamên hêzên emnî yên Iraqê kuştine.
Asayişa Rojavayê Silêmaniyê herwiha dibêje, ew kesên tohmetbar “di sala 2004 de bi rêxistina terorîstî ya El Qaîdeyê re têkilî danîne û beşdarî di çendîn tawanan û çalakiyên terorîstî de kirine û paşê bîet dane terorîstên DAIŞê û bûne çekdar û li derveyê qanûnê û nirxên mirovahiyê berdewamî dane karên xwe yên terorîstî, piştre ji bo ku xwe veşêrin, bi navên kod û nasnameyên sexte û bi hinceta karkirinê hatine sînorê Tekiye û Baziyanê û li wan deran niştecî dibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse