Li Silêmaniyê êrişek hat têkbirin

1 demjimêr berê
Nîşan Silêmanî Êriş Seraya Ewliya Dem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê berê sibehê dengekî bihêz ê teqînê hat bihîstin.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku droneke bombebarkirî bi guleyan hatiye xistin.

Koma Şîe ya bi navê "Seraya Ewliya Dem" berpirsyariya xist stûyê xwe.

Îro (7ê Adara 2026an) hinek welatiyên li Silêmaniyê ji Rûdawê re got ku wan li bajêr dengekî gelekî bihêz ê teqînê bihîstiye.

Li gorî agahiyên destpêkê, dengê teqînê ji xaleke nêzîkî baregeheke leşkerî hatiye.

Piştî ku dron li asmanê bajêr hat dîtin, ji baregehê gule lê hatin reşandin.

Di wan vîdeoyên ku gihiştine destê Rûdawê de xuya dibe, dron piştî gulereşandinê bi teqîneke bihêz dikeve xwarê.

Nûçegihanê Rûdawê yê Silêmaniyê Pêşewa Bextyar li ser bûyerê ev agahî dan:

"Li asmanê bajêr droneke bombebarkirî hat xistin. Li gorî agahiyên heyî di bûyerê de ti xisarên canî çênebûne."

Bûye sedema tolhildanê

Li aliyê din, demeke kurt piştî bûyerê koma bi navê Seraya Ewliya Demê ya girêdayî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de van gotinan cih girtin:

“Micahidên me yên azad îro (7ê Adara 2026an) bi dronekê êrişek pêk anî û li Silêmaniyê hedefeke hestiyar kir armanc.”

Komê li ser sedema êrişê destnîşan kir ku ev yek ji bo “tolhildana kuştina Elî Xamineyî” hatiye kirin.

Wan ragihand ku ev êriş bersivek e ji bo wan êrişên ku bûne sedema kuştina hinek çekdarên Îraqî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst