Nobedarên Sînor ên Îraqê: Ti hêz derbasî Îranê nebûye û sînor hatiye kontrolkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nobedarên Sînor ên Îraqê Heyder Kerxî Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebirê Ragihandinê yê Fermandariya Nobedarên Sînor ên Îraqê Heyder Kerxî diyar kir ku ti hêz derbasî Îranê nebûye û sînor hatiye kontrolkirin.

Piştî belavbûna dîmenên vîdeoyî yên çûyîna hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê ber bi sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ve Heyder Kerxî ji Rûdawê re diyar kir ku hêz ji bo tundkirin û parastina zêdetir a sînoran hatiye şandin.

Birêvebirê Ragihandinê yê Fermandariya Nobedarên Sînor ên Îraqê, ji Rûdawê re ragihand ku îro hêzeke Parêzvanên Sînor ji bo bihêzkirina sînorên bi Îranê re bo parêzgeha Silêmaniyê hatiye şandin.

Emîd Heyder Kerxî got, “Ew hêz tenê ji Fermandariya Nobedarên Sînor pêk tê û em ji bo parastina sînor bi temamî li gel hêzên Pêşmerge û Asayîşê di nava hevahengiyê de ne.

Sînorên me li gel Îranê bi temamî di bin kontrolê de ne û bi kamerayên termal tên şopandin.”

Heyder Kerxî her wiha got,“Heta niha ti rewşa derbaskirina sînor nehatiye tomarkirin û ti hêz ji Herêma Kurdistanê ve derbasî nav Komara Îslamî ya Îranê nebûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst