Li Rojhilatê Kurdistanê îro herî zêde êriş li ser Îlamê bûn

07-03-2026
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Îlam Sine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gelek baregehên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê bi balafir, dron û mûşekan hatin armancgirtin.

Heşt roj di ser destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Komara Îslamî ya Îranê re derbas dibin, heta niha jî bi awayekî fermî amarên qurbaniyan û hemû cihên ku hatine armancgirtin nehatine ragihandin.

Li gorî rojên borî, roja şemiyê herî zêde êriş li Rojhilatê Kurdistanê li ser parêzgeha Îlamê bûn û herî kêm êriş jî li ser parêzgeha Loristanê pêk hatin.

Parêzgeha Îlamê

Sibeha şemiyê, li bajarê Îlamê her du baregehên polîsan ên hejmar 13 û 14 li meydanên Seduqî û Ebulfezil hatin bombebarankirin.

Li bajarê Çewarê jî, êrişî fermandariya artêşê û baregeheke polîsan hat kirin.

Her wiha sibeha şemiyê, baregeha Fereciyan Zade ya Supaya Pasdaran li nêzîkî bajarê Îlamê hat bombebarankirin.

Ew baregeh wekî cihekî perwerdeyê tê naskirin ku tê de perwerdeya leşkerî didin pasdar û pileyên din ên Supaya Pasdaran.

Saet duduyên piştî nîvro, êriş li ser baregeha berê ya polîsan li bajarê Dereşara parêzgeha Îlamê hat kirin û ziyan gihişt hejmareke xanî û avahiyên derdora baregehê.

Li bajarê Mêranê, baregeha navendî ya polîsan û avahiya navenda rêxistina şandina ziyaretvanan bo cihên pîroz ên Şîeyan li Îraqê hatin bombebarankirin.

Mizgeftek ku li nêzîkî wê navendê bû jî ziyan dît. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan, beşek ji hêzên ewlehî û leşkerî yên Îranê li mizgeft, xwendingeh, yarîgeh û cihên din ên sivîlan hatine bicihkirin.

Îro du baregehên leşkerî li bajarê Dêluranê jî hatin bombebarankirin. Yek ji cihên ku hatiye bombarankirin, fermandariya parastina sînor a bajarê Dêluranê ye.

Welatiyekî ku vîdeoya bombebarankirina parastina sînor a Dêluranê tomar kiriye got, "Pênc caran li wê fermandariyê hatiye xistin û bi temamî xapûr bûye."

Qaymeqamê Dêluranê Murad Yegane got, "Her du cih li derveyî bajêr in û ziyanên canî nebûne."

Li bajarê Awdananê jî sibeha îro dengê çend teqînan hat bihîstin lê ne diyar e ew cihên ku hatine armancgirtin kîjan in.

Derengiya şeva înê li Awdananê, fermandariya Supaya Pasdaran û du baregehên polîsan hatin bombebarankirin.

Parêzgeha Urmiyeyê

Sibeha şemiyê armancek di nava bajarê Urmiyeyê de hat bombebarankirin. Medyayê belav kiriye ku baregeheke polîsan li nêzîkî termînala sereke ya bajêr hatiye bombebarankirin.

Her wiha derdora saet 7ê sibeha îro careke din êrişî ser baregeha Elmehdî ya Supaya Pasdaran li 20 kîlometriya bajarê Urmiyeyê hat kirin.

Piştî nîvroya îro, navenda fermandariya polîsan li bajarê Tîkabê hat bombebarankirin. Roja înê, êrişî ser fermandariya Supaya Pasdaran jî li wî bajarî hatibû kirin.

Parêzgeha Kirmaşanê

Nîvroya şemiyê di nava bajarê Kirmaşanê de armancek hat bombebrankirin.

Peywendiyên giştî yên Parêzgariya Kirmaşanê belav kir ku êvara îro di nava bajarê Kirmaşanê de û saet 10:30ê pêş nîvro li Qesrê Şîrînê, wan du dron xistine xwarê.

Pêş nîvroya îro jî, du cih di nava bajarê Gîlanê de li parêzgeha Kirmaşanê hatin armancgirtin.

Li gorî zanyariyan, êriş li ser baregeha sereke ya Supaya Pasdaran û navenda fermandariya polîsan a wî bajarî hatiye kirin.

Baregeha polîsan herifî ye û ziyan gihiştiye hejmarek xaniyên nêzîkî wê baregehê jî.

Parêzgeha Sineyê

Roja Şemiyê, çend cih li bajarên Sine û Dîwandereyê yên parêzgeha Sineyê hatin bombebarankirin.

Heta niha êrişkirina ser baregeha leşkerî ya Burûcerdî ya Supaya Pasdaran, baregeha Îmam Elî, baregehên polîsan û Supaya Pasdaran li gundên Doşan, Qar û Ebbas Awa yên li qeraxa bajarê Sineyê hatiye piştrastkirin.

Roja şemiyê, baregeha Supaya Pasdaran di nava bajarê Dîwandereyê de jî hat armancgirtin.

Medyayên Supaya Pasdaran wêneyên cihê bordûmankirî belav kirine û li gorî wan wêneyan diyar dibe ku baregeh bi temamî rûxiyaye û ziyan gihiştiye hejmarek otomobîl, xanî û avahiyên derdorê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hanayê jî belav kir ku hejmareke zêde ji hêzên artêşê di wê bordûmanê de hatine kuştin lê hêj ziyanên canî bi fermî nehatine ragihandin.

Herî kêm welatiyekî sivîl di wê êrişê de canê xwe ji dest daye.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, roja şemiyê belav kir ku hêzên Supaya Pasdaran rêveberên nexweşxaneyên Bêset û Tewhîdê yên li nava bajarê Sineyê neçar kirine ku çend beşên nexweşxaneyê vala bikin û beşan veguhezînin nexweşxaneyên din.

Piştî belavbûna wan raporan Seroka Zanîngeha Pizîşkî ya Parêzgeha Sineyê Şule Şahxeybiyê ragihand ku tenê beşa jidayikbûnê ya nexweşxaneya Bêsetê veguheztiye ji bo nexweşxaneya taybet a dabînkirina civakî.

Şule Şahxeybiyê her wiha got, "Veguhastina beşê ji ber wê yekê bû ku zexta derûnî li ser wan jinan kêm bikin ku zarokên wan ji dayik dibin."

Parêzgeha Loristanê

Li gorî rojên borî, roja şemiyê hejmara êrişan kêmtir bû ji rojên derbasbûyî.

Îro baregeha sereke ya Supaya Pasdaran li bajarê Kûydeştê hat bordûmankirin. Baregeh di nava bajêr û li nêzîkî cihê niştecihbûna xelkê asayî de ye û ziyan gihiştiye derdora baregehê jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst