Hewlêr (Rûdaw) – Beriya bi kêlîkekê navenda bajarê Silêmaniyê hat armancgirtin û dîmenên agir û dûxanê li seranserê bajêr tên dîtin.
Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar du caran êriş li nêzîkî Titanic Hotelê pêk hatine, her wiha êrişî Fermandariya li Silêmaniyê jî hatiye kirin.
Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar ragihand, îşev 6 caran êrişî Silêmaniyê hat kirin, du caran li Zirgwêzê êrişî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hatiye kirin û di encamê de Pêşmergeyekî canê xwe ji dest daye û yekî din jî birîndar e.
Her wiha li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê, her îşev dronekê Fermandariya li Silêmaniyê kir armanc, lê hat xistin û zerera canî çênebû.
Wekî ku Pêşewa Bextiyar diyar dike, piştî demeke kêm a ji drona yekem, drona duyem Fermandariya Silêmaniyê kir armanc lê ew jî hat xistin.
Êrişa din jî li nêzîkî Titanic Hotelê bûye ku di heman demê de navenda dayîna vîzeya Tirkiyeyê li hotelê ye, her wiha baregeha Neteweyên Yekbûyî jî nêzîkî cihê êrişê ye.
Dronek jî li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê geriya lê li Taxa Raperînê ku nêzîkî Balafirgeha Silêmaniyê ye ket xwarê.
#VÎDEO – Li Silêmaniyê dronek li malekê ketiye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 7, 2026
🎙️Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar li cihê bûyerê ye û zanyariyan dide pic.twitter.com/aRWEelV4kZ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse