Li Mehabadê ji malbatekê 3 kes hatin kuştin

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mehabad Gundê Qumqelayê Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Qumqelayê yê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, hinek kesan gule li xaniyê malbatekê reşandin û ji wê malbatê 3 kes hatin kuştin.

Herwiha zaroka malbatê ya 7 mehî jî birîndar bû.

Li gundê Qumqelayê yê Mehabadê, îro kesên nenaskirî bi ser malekê de girt.

Wan kesan gule li jina bi navê Meryem Şêxepûr û kurê wê yê bi navê Amanc Mandgar û bûka wê ya bi navê Hellale Kurdeyê reşandin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji şêniyên gundê Qumqelayê wergirtine, Meryem Şêxepûr, Hellale Kurdeyê û Amanc Mandgar jiyana xwe ji dest da.

Zaroka Amanc Mangdar û Hellale Kurdeyê ya 7 mehî jî bi guleyê birîndar bûye û li Nexwşxaneya Mehabadê tê dermankirin.

Herwiha li gorî zanyariyên Rûdawê, 3 kes çûne nav mala wan û bi çekên klaşînikof û demançeyê gule li malê reşandine.

Li aliyê din, Rêveberê Dadê yê Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Nasir Etabetî jî derbarê bûyerê de ragihand, wan dest bi lêkolînan kiriye.

Bi gotina Nasir Etabetî tîmeke pispor li ser wê bûyerê kar dike û hêzên ewlehiyê li dûv desteserkirina tohmetbaran in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst