Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Îranê got, "Îşev dê şaristaniyek bimire û dê ti carî venegere."
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê guhertina rejîmê ya li Îranê de peyameke balkêş belav kir.
Donald Trump di peyama xwe de ragihand ku “Îşev dê şaristaniyeke tevahî bimire û dê ti carî venegere. Ez naxwazim ev yek rû bide lê bi îhtîmaleke mezin dê rû bide."
"Dibe ku tiştekî şoreşgerî rû bide"
Serokê Amerîkayê bal kişand ser guhertina rejîmê ya li Îranê û got ku niha hişên kêmtir radîkal serdest in.
Trump diyar kir, "Lê belê, niha ku em xwedî Guhertineke Temam û Bêkêmasî ya Rejîmê ne, cihê ku hişên cuda, biaqiltir û kêmtir radîkal serdest in, dibe ku tiştekî şoreşgerî û gelekî baş rû bide, KÎ DIZANE?"
"47 salên gendelî û mirinê dê biqedin"
Trump destnîşan kir ku îşev di dîroka cîhanê de kêliyeke gelekî girîng e û pê de çû:
"Em dê îşev pê bihesin, ev yek ji kêliyên herî girîng ên di dîroka dirêj û aloz a cîhanê de ye.
47 salên bertîlxwarinê, gendeliyê û mirinê, dê di dawiyê de bi dawî bibin.
Xwedê gelê mezin ê Îranê biparêze!"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse