Pêşmergeyê ku li Spîlkê birîndar bûbû şehîd ket

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pêşmerge Weysî Axir Seîd Şehîdketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşmergeyê bi navê Weysî Axir Seîdê ku 24ê Adarê li Spîlkê birîndar bûbû îro canê xwe ji dest da.

Ew Pêşmerge di êrişeke mûşekî ya li ser baregeheke wan a li qezaya Xelîfanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Hewlêrê de birîndar bibû.

6 pêşmerge şehîd ketibûn

Nêzîkî saet 03:00yê berbanga 24ê Adarê bi mûşekan baregeha Pêşmergeyan hatibû bombebarankirin.

Wê demê di encama êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketibûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bibûn.

Berpirsekî agahdar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Yek ji pêşmergeyên birîndar ên êrişa 24ê Adarê, îro ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da."

Wî pêşmergeyî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û piştî merasîman cenazeyê wî were binaxkirin.

Di du demên cuda de hatibû bombebarankirin

Piştî êrişa 24ê Adarê, Fermandariya Navçeya Yekê ya Pêşmergeyan ragihandibû ku ew baregeha hatiye bombebarankirin, baregeha Firqeya 7an a Pêşmergeyan bûye.

Li gorî daxuyaniya fermandariyê, ew baregeh di du demên cuda de hatibû bombebarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst