Pêşmerge Weysî Axir Seîd Şêrwaniyê ku şehîd ketiye û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo şehîdketina Pêşmerge Weysî Axir Seîd Şêrwanî peyameke sersaxiyê belav kir.
Weysî Axir Seîd Şêrwanî yek ji wan Pêşmergeyan bû ku di êrişa mûşekî ya li Soranê de birîndar bûbû.
Pêşmerge Weysî Axir Seîd Şêrwanî îro ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Pir mixabin îro Pêşmergeyê qehreman Weysî Axir Seîd Şêrwanî, yek ji birîndarên êrişa mûşekî ya roja 24ê Adara borî ya li Spîlka Îdareya Serbixwe ya Soranê, ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da û şehîd ket.
Ez sersaxiyeke kûr ji malbat, xizm, heval û hevçeperên wî re dixwazim, ez ji dil hevsoz û hevxemê wan im.
Ez ji Xwedayê mezin hêvîdar im ku canê şehîd bi dilovaniya xwe şa bike û aramî û xweşiyê bide hemûyan."
Nêzîkî saet 03:00yê berbanga 24ê Adarê, bi mûşekan êrişî baregeheke Pêşmergeyan a li qazaya Xelîfanê ya Îdareya Serbixwa ya Soranê hatibû kirin.
Wê demê 6 Pêşmerge şehîd ketibûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.
Agahiyên li ser Pêşmergeyê şehîd
- Navê wî Weysî Axir Seîd Şêrwanî ye.
- 24 salî ye.
- Salên 2022 û 2023yan bûye Pêşmerge.
- Di êrişa mûşekî ya li Spîlkê de birîndar bûbû.
- Îro Sêşemê 7ê Nîsana 2026an şehîd ket.
- Zewicî bû û 2 kurên wî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse