Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê şehîdketina welatiyên Kurdistanê şermezar kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê ragihand ku ew ji bo xebera diltezîn a şehîdketina hejmarek welatiyên sivîl û bêguneh ên Herêma Kurdistanê xemgîn in.

Ev daxuyaniya konsulxaneyê piştî wê yekê hat ku saet 00:15ê berê sibehê 7ê Nîsana 2026an, dronek li maleke gundê Zergezewiya nêzîkî Hewlêrê ket.

Di encama vê êrişê de jin û mêrek di xew de şehîd ketin. Konsulxaneya Giştî ya Îranê sersaxî da malbatên şehîdan, xelkê Kurdistanê û hikûmetê û ev rûdan şermezar kir.

Konsulxaneyê her wiha hêvî kir ku careke din aştî û asayîş vegere herêmê û pêkvejiyaneke aştiyane di navbera gelan de pêk were.

Mesrûr Barzanî: Ewên destê wan bi xwîna me sor be dê bigihin cezayê xwe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro beşdarî taziya Mûsa û Mijdeyê bû ku di êrişa dronê ya îro de şehîd ketibûn.

Mesrûr Barzanî li wir di konferanseke rojnamegerî de diyar kir ku ev çend car in bê hincet êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiyê jî de got, "Her çi qasî êriş bêhincet bin jî, em piştrast in ewên ku destê wan bi xwîna gelê me sor be, zû yan dereng dê bigihin cezayê xwe."

Serokwezîr careke din tekez kir ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî ye.

Barzanî li ser helwesta civaka navneteweyî jî got ku wan piştgiriya xwe ji bo xelkê bêguneh ê Kurdistanê nîşan daye.

Mesrûr Barzanî her wiha got, "Em hêvî dikin ku em karibin sînorekî ji bo van êrişan deynin. Di vî warî de berpirsyariya mezin di stûyê hikûmeta Îraqê de ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst