Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyona PDKyê ya li Parlamentoya Îraqê, êrişa drona ya îşev a li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Fraksiyonê ragihand ku bêdengiya Bexdayê bûye sedema teşwîqkirina wan aliyên ku êrişî Kurdistanê dikin. Her wiha diyar kir ku di êrişê de jin û mêrek di nav mala xwe de şehîd ketine.
Fraksiyona PDKyê îşev daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em bi tundî vê êrişa terorîstî ya tirsonek ku Herêma Kurdistanê armanc girtiye şermezar dikin."
Fraksiyona PDKyê daxuyand ku ji ber vê bombebaranê jin û mêrekî sivîl di nav mala xwe de şehîd ketine û du zarokên wan sêwî mane.
Fraksiyonê ev kiryar wekî "tawaneke hovane" pênase kir û got ku ti hinceta dînî yan mirovî ya vê êrişê tune ye.
Di daxuyaniyê de rexne li hikûmeta Îraqê hatin girtin, "Bêdengiya siyasî û nebûna rêkarên pratîkî yên hikûmeta federal, ne tenê nîşaneya bêdesthilatiyê ye lê belê bûye teşwîqeke nerasterast ji bo wan kesên ku li pey van kiryarên terorîstî ne."
Fraksiyona PDKyê daxwaz ji Bexdayê kir ku berpirsyariyên xwe yên destûrî ji bo parastina jiyana welatiyan bîne cih û rê nede axa Îraqê bibe qada şer.
PDKyê her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina serweriya Herêma Kurdistanê helwesteke pratîk nîşan bidin.
Berê sibehê roja sêşemê, dronek li gundê Zergezewiya devera Ziraretiyê ketibû.
Dronê rasterast li maleke sivîl xistibû û di encamê de welatiyê bi navê Mûsa Zirari û hevjîna wî şehîd Mijde şehîd ketibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse