Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar got: “Hevpeymaniya AKP-MHPê polîtîkayên xwe li ser dijmintiya Kurdan ava kiriye.”
Partiya Çep a Kesk (YSP) îro 7ê Gulanê li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi beşdariya Hevserokê HDPê Mithat Sancar mîtîngek saz kir.
Mithat Sancar di mîtîngê de axavtinek kir û rexne li desthilatê û Hevpeymaniya Cumhur girtin.
Sancar got: “Hefteyek ma. Êlih dê dawî li rejîma takekesî bîne. Êlih dê rêya Partiya Çep a Kesk ronî bike. Hûn nebin em nînin. Jin, ciwan û gelê me rêya me vedike û me ber bi serkeftinê dibin. Em bi hezaran car bi we serbilind in.”
Di beşeke din a axaftina xwe de Sancar got: “Li hemberî me hevpeymaniya AKP-MHPê û komikên wan hene. Ev hevpeymaniya tarî û talanê ye. Hevpeymaniya kîndarî, dijminatî û nefretê ye. Li dijî wan hevpeymaniya gelan û hevpeymaniya gelê Kurd heye. Hevpeymaniya herî mezin hevpeymaniya gelê me ye û em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Êlih yek ji bajarên herî xizan û bêkarî lê heye. Êlih cihê xêr û bêrê ye. Petrola wê heye. Deşta wê heye. Ava wê heye. Lê ev desthilat tiştekî nade xelkê Êlihê. Hemû dewlemendiyên axa me didin alîgir û çeteyên xwe. Lewma ciwan û jin betal in û her roja ku diçe xizantir dibin. Va ye li dijî van em tên, partiya me ya Çep a Kesk tê. Mohra xwe li binê dara partiya me bidin da ku em dawî li feqîrî û betaliyê bînin.”
Hevserokê HDPê herwiha got: “Sedemê herî mezin ê xizanî û hejariyê şer e. Şerê desthilatê yê AKPê ye. Ev hevpeymanî polîtîkayên xwe li ser dijmintiya kurdan ava kiriye. Em ê dawî li vê dijminatiya kurdan bînin. Hevpeymaniya AKP-MHPê hevpeymaniya dijminê Kurdan e. Hevpeymaniya wan ji salên 90î ya salên tarî tê.”
Herwiha YSP, îro ji bilî Êlihê li parêzgehên Şirnex, Sêrt û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Stenbol, Balikesîr, Manîsa, Bursa û Tekîrdagê yên Tirkiyê mitîngên hilbijartinê saz dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse