MÊRDÎN - Li 25 gundan ji bo ajelan sîstema avdanê tê avakirin

07-05-2025
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Avdanî Ajel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li çol û mêrgên ji cihên niştecîbûnê dûr ji bo keriyên pez projeya kolandina bîran û sîstema avdanê tê avakirin.

Li Mêrdînê, 25 gundên ku pez li wan tê çêrandin dê ji aliyê Birêvebiriya Çandinî û Daristan ve bi saya enerjiya rojê sîstema avdanê bê avakirin.

“25 proje hene”

Brêvebirê Saziya Çandinî û Daristanê ya Mêrdînê Menduh Dînler got:

“Em li bajarê xwe 25 projeyên baştirkirin û sererastkirina çêrgehan bi rê ve dibin.

Me heta niha 13 temam kirin û 12 jî dê temam bibin. Me 7 bîr jî kolan.

Înşelah dê heta dawiya sala 2025an hemû proje temam bibin.”

Ji bo 90 hezar ajelan ava vexwarinê peyda dibe

Pêwîstiya elektrîka bîran jî bi sîstema enerjiya rojê tê dabînkirin û bi temamkirina 25 projeyan dê pêwîstiya ava vexwarinê ya nêzîkî 90 hezar ajelan bê peydakirin.

Menduh Dinler her wiha got, “Armanca me xweşkirina rewşa debara wan kesan e ku li herêmên bejahî cotkariyê dikin. Em dixwazin hejmara ajelan zêde bibe.”

Mêrdîn navendeke girîng a ajeldariyê ye û gelek kes debara xwe bi ajeldariyê dikin.

Li gorî amarên Saziya Çandinî û Daristanê ya Mêrdînê yên sala 2024an, li wê parêzgehê 975 hezar û 76 ajelên biçûk û 85 hezar û 837 ajelên mezin hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst