Amed - Stenbol (Rûdaw) - Bi pêşengiya DEM Partiyê, bi dirûşma "Gavek ji bo aştiyê” li 20 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê meş tên lidarxistin.
Bi pêşengiya DEM Partiyê û piştgiriya gelek partiyên çepgir xelkê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê daket kolanan.
Xelk bi daxwaza avêtina gavên yasayî yên ji bo aştiyê li kolanan bû.
Meşên bi navê ‘Gavek ji bo aştiyê’ li 20 bajarî di heman demê de dest pê kir.
Li Enqereyê alozî derket
Meşa Enqereyê li Meydana Kizilayê dest pê kir.
Di dema meşê de di navbera polîs û çalakvanan de alozî derket.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li vir axivî û peyamên girîng dan.
Tuncer Bakirhan wiha got, “Em ji aştiyê bawer dikin.
Li holê ye ku em di vê mijarê de çi qas samîmî ne. Lê em bangî herkesî dikin ku samîmî be û gavên pêwîst jî biavêje.
Aştî karekî cidî ye û ne karê henekan e. Samîmiyet jê re divê. Em dixwazin wê samîmiyetê bibînin.
Îro li çar aliyê Tirkiyeyê bi deh hezaran kes em dimeşin û hêvîdar in ku Parlamento jî vê helwesta gel bibîne û tiştên pêwîst bi cih bîne.”
Dayîkên Aştiyê li pêş bûn
Li Stenbolê jî hejmarek çalakvan bi heman armancê li navenda Kadikoyê kom bûn.
Girseya li vê derê di nav tedbîrên ewlehiyê yên awarte de heta Rihitimê bi dirûşmên aştiyê meşiya.
Wekî çalakiyên li bajarên din, Dayîkên Aştiyê di rêza pêş de bûn.
Yek ji Dayîkên Aştiyê Sakîne Kemerê bertek nîşan da û got:
“Em di vê rewşê de dixwazin aştî hebe. Em her gavan diavêjin lê dewlet gavan navêje.
Dewlet me dixapîne lê em qet naxapin. Heta em hebin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Her wiha Zahîde Demîrê jî anî zimên, “Em ji bo aştiyê hatine vir.”
"Divê pêvajo bigihêje bingeheke yasayî"
Meşeke din a girseyî jî li Ameda Bakurê Kurdistanê bû.
Çalakvan li ber Girtîgeha Amedê kom bûn û ji wir heta Ofîsê meşiyan.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî ji bo avêtina gavan bangî desthilatê kir.
Tulay Hatimogullariyê tekezî li ser zemîna qanûnî kir û got:
“Ji bo avêtina gavên aştiyê, wekî pêngava ewil divê ew pêvajo bigihêje bingeheke yasayî û qanûnî. Ev pêvajo divê teqez û teqez bigihêje hiqûq û yasayê.”
Li kîjan bajaran meş hatin kirin?
Meşeke din a qerebalix jî li bajarê Wanê bû.
Ji xeynî van bajaran li Riha, Dêrsim, Semsûr, Colemêrg, Qers, Meletî, Dîlok, Îzmîr, Mûş, Erzirom, Bedlîs, Agirî, Erdexan, Îdir û Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse