Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê traktor qulibî û 2 kesên ku di binê de asê man mirin.
Qeza li ser rêya gundê Binerweyê çêbû.
Traktora ku barê wê gubre bû û M.E. diajot ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên rizgarkirinê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman diyar kir ku Firat Guneşê 15 salî û Muhammet Guneşê 21 salî di bin traktorê de asê mane û mirine.
Hat zanîn ku şofêr M.E. di dema qezayê de xwe ji traktorê avêtiye û bi birînên sivik xelas bûye.
#WÊNE - Li Sêrta Bakurê Kurdistanê 2 kes di bin traktorê de man û mirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 17, 2026
📍Traktora ku barê wê gubre bû wergeriya, Firat Guneşê 15 salî û Muhammet Guneşê 21 salî di bin traktorê de asê man û mirin
📸AA pic.twitter.com/rN5T6iYJ5C
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse