Kurdên li Hisîçayê rakirina zimanê Kurdî qebûl nakin: Tabeleya nû hat avêtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê Kurdî Nerazîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê xelkê tabelya Koşka Dadweriyê rakir û avêt ku nivîsa bi kurdî ya li ser hatibû rakirin.

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê, tabeleya bi zimanên Kurdî û Erebî ya li ser Koşka Dadweriyê rakir.

Li şûna wê tabeleyeke nû ya bi Erebî û Îngilîzî hat danîn.

Lê xelkê bajêr ev yek qebûl nekir û tabeleya nû daxist û avêt.

Kurdî çû, Îngilîzî hat

Li bajarê Hisîçayê li ser mafê zimanê Kurdî alozî derket.

Hikûmeta demkî tabeleya Koşka Dadweriyê ya bajêr guherand.

Di tabeleya berê de nivîsên bi zimanên Kurdî û Erebî hebûn.

Lê di tabeleya nû de zimanê Kurdî hat rakirin û li şûna wê zimanê Îngilîzî hat bicihkirin.

Xelkê tabele daxist û avêt

Rakirina zimanê Kurdî ji ser tabeleya saziyeke fermî, rastî berteka tund a Kurdan hat.

Xelk ku ji bo vê guherînê gelekî aciz bû û li ber Koşka Dadweriyê kom bû û li wê derê xwenîşandanek li dar xist.

Piştre xelkê bi hêrs tabeleya bi Erebî û Îngilîzî ya li ser avahiyê rakir û avêt.

Xelkê Hesekê li hemberî vê gavê banga naskirina zimanê Kurdî kir.

"Em bimirin jî em qebûl nakin"

Xwenîşander dixwazin ku zimanê wan ê dayîkê li ser hemû saziyên fermî bimîne.

Xelkê Hesekê bi gotina, "Em ne Ereb in, em Kurd in" helwesta xwe bi awayekî eşkere diyar kir.

Her wiha xelkê hest û nerazîbûna xwe bi van gotinan anî zimên:

"Em bimirin jî em nebûna zimanê Kurdî qebûl nakin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst