Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedan niştecih û xwendekarên Kobaniyê ji bo şermezarkirina guhertina navên gund û navçeyên xwe meşiyan.
Gelê Kobaniyê nerazîbûn nîşanî Erebîkirina navên Kurdî û destnîşankirina berpirsan a li derveyî vîna wan da.
Xwenîşandan bi dirûşma "Zimanê me hebûna me ye, Kobanî rûmeta me ye" hat lidarxistin.
Li gorî nûçeya ANHAyê meşê li Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd ajot.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDK-S) Gêlo Îsa axivî.
"Navê vê derê Kobanî ye, ne Eyn Ereb e"
Gêlo Îsa diyar kir ku ew guhertina navên deverên Kurdan qebûl nakin û got:
"Em li vir in û em dê wan kiryaran qebûl nekin ku dixwazin vîna me têk bibin.
Em dixwazin entegrasyoneke bi rêk û pêk were çêkirin û di destûra nû de mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî jî mafên gelê Kurd werin misogerkirin.
Divê mafên Kurdan û zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de werin qebûlkirin."
Gêlo Îsa da zanîn ku divê navên herêmên Kurdan bi ti awayî neyên guhertin û wiha domand:
"Em ti caran kiryarên bi vî rengî qebûl nakin. Navê vê derê Kobanî ye, ne Eyn Ereb e.”
"Em dê ti caran rê nedin"
Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobaniyê Sara Xelîlê jî diyar kir ku Kobanî bi saya şehîdan ji DAIŞê rizgar bûye û got:
"Kobanî bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin. Ji ber vê yekê em dê ti caran rê nedin ku navê Kobaniyê were guhertin.
Zarokên me bi salan e bi Kurdî dixwînin, lewma divê zimanê Kurdî bi awayekî fermî di destûrê de cih bigire.
Heta ku em mafên gelê Kurd bi dest nexin, em dê ji bo zimanê xwe têkoşîna xwe bidomînin."
Xwenîşandana gelê Kobaniyê, bi dirûşmên "Kobanî rûmet e" bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse