Çîroka muxtarê gundê Kêste ku piştî 30 salan vegeriya û dîsa koçber bû

07-06-2021
Huner Reşîd
Mehmûd Kêsteyî berî 2 mehan vegeriya Başûrê Kurdistanê
Mehmûd Kêsteyî berî 2 mehan vegeriya Başûrê Kurdistanê
Nîşan Kêste Mehmûd Kêsteyî Berwarî Bala Bombebaran Tirkiye PKK Gerîlayên PKKê
A+ A-

Berwarî Bala (Rûdaw) - Bombebarana Tirkiyê û şerê li herêmên sînorî bi tundî berdewam e û yek ji wan herêman ku berdewam tê bombearankirin û bûye qada şer, gundê Kêste ye. Hemwelatiyekî gundê Kêste jî ku 45 ji temenê xwe li derve derbas kirine û berî du mehan vegeriyabû wî gundî, behsa çîroka xwe dike.

Ji ber bombebaranên Tirkiyê rûberekî berfireh ji zevî û daristanên gundê Kêste şewitîne û Mehmûd Kêsteyî jî bi dilekî xemgîn temaşeyî şewata li zeviyên gundê xwe dike.

Mehmûd Kêsteyî muxtarê gundê Kêste ye ev çendîn car e ji neçarî ji gundê xwe koçber dibe.

Mehmûd Kêsteyî ku temenê wî 60 sal in, 45 sal ji temenê xwe li derveyî welatê xwe derbas kirine. Ew 1975an koçberî Îranê bû heta 1991an û piştre çû Ewropa û 30 salan li wir ma.

Mehmûd Kêsteyî berî 2 mehan vegeriya ku temenê xwe yê mayî li gundê xwe di nav aramiyê de bijî. Lê ji ber bomberan û topbaranên Tirkiyê wî û gundiyên din ji neçarî Kêste vala kirin, tenê kêmtir ji mehekê karî li gundê xwe bimîne.

Mehmûd Kêsteyî dibêje, “Axîna welat û niştiman ketibû dilê min. Ez perçekî vî erdî nadim bi Parîs, London, Amsterdam û Berlînê û ji ber hindê min terka wan deran kir û ez hatim ku bi azadî bijîm. Lê niha em nikarin biçin gundê xwe, ev cihê daxê ye.”

Piştî 4 rojan ji destpêkirina operasyona Tirkiyê ya bi navê `Çengê Birûskê`, gundê Kêste û Çelka Krîstiyanan hatin valakirin û Mehmûd Kêsteyî li gel malbata xwe ya 4 kesî, qesta komelgeha Birîfka kir bi hêviya ku rewş aram bibe û vegerin gundê xwe.

Mehmûd Kêsteyî dibêje, “Bi hezaran saçme hatin gund ku zarok di gund de bûn, Çelka Kirîstiyanan jî li tenişt me bû. Bû egera hindê PKK û Tirk şerê xwe bînin di gund de û ew gund hatin valakirin. Îro em 8 mal li Birîfka ne, 2-3 mal li Çelkê û 6 mal li Bêgova di nav malên xelkê de ne û çarenivîsa me nediyar e ka em dê kengî bikarin vegerin gund.”

Gundê Kêste dikeve devera Berwarî Bala ya ser bi nahiya Kanî Masê ve li qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê.

Li wî gundî 32 malbat dijiyan ku ji 120 kesan pêk dihat, lê niha ew mal ji ber bomebaran û şer, li gundên derdorê belav bûne û çaverê ne ku vegerin ser cih û warên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Sêla di hembêza bavê xwe de ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

TAYBET - Sêwî û koçber: Sêla 5 mehî ye, çekdaran dêya wê kuştiye û mala wê nîne

Carinan mirov di 5 mehiya xwe de sêwîbûn û koçberiyê bi hev re nas dike, nexasim heke ew mirov Kurd be ev dibe rewşeke ne gelekî ecêb