MÛŞ - 4 cewrikên guran di rewşeke xirab de hatin dîtin

07-06-2025
RÛDAW
Nîşan Gur Mûş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê 4 cewrikên guran ên ku bêhêz ketibûn li Navenda Parastina û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê tên parastin.

4 cewrikên guran ku ji aliyê malbateke şivan ve li zozanên Mûşê di rewşeke xirab de hatibûn dîtin, radestî tîmên Birêvebiriya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî hatin kirin.

Cewrikên gurgan ên ku ji aliyê veterîneran ve hatin dermankirin, ji bo tedawî û rehabilîtasyonê birin Navenda Parastina û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.

Di kontrolan de diyar bû ku cewrik du mehî ne û berpirsên navendê bi baldarî li wan dinêrin.

Pêvajoya lênêrîn û rehabîlîtasyonê ya ji bo başbûna cewrikan dest pê kir.

Birêvebirê Navendê Prof. Dr. Lokman Aslan da zanîn ku ew bi koordînasyona li gel saziyên ku ji bo berdewamiya jiyana xwezayî dixebitin hewl didin ku hevsengiya ekolojîk bêyî ku xirab bibe berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst