Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bihê kirin

07-08-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro ragihand, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe ya destnîşankirî de bihê lidarxistin û nayê paşxistin.

 

Serokwezîr Barzanî piştî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di prêskonfransekê de li ser gelek mijarên di rojeva Kurdistan, Iraq û cîhanê de daxuyanî da.

 

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir, ku di civîna nevbera her du aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de ku doh li Hewlêrê hate encamdan, mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî hatiye gotûbêjkirin û diyar kir: “Me tekez kir, ku divê hilbijartin di dema xwe de werin kirin. Em hêvîdar in hilbijartinek be ku bi rêkûpêk û aramî birêve biçe. ”

 

Serokwezîr Barzanî herwiha da zanîn, Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk derbarê paşxistina hilbijartinên Kurdistanê de ti daxwazek nekiriye û got,  hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe de werin kirin û tekez kir, “ev mesele di hevdîtina li gel McGurk de nehatiye rojevê.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Brett McGurk bi ti şêweyekê behsa paşxistina hilbijartinan li gel me nekiriye û hilbijartin dê di dema xwe de birêve biçe.”

 

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku “heta niha ti partî û aliyekê bi awayekî fermî daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê nekiriye, ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê were paşxistin.”

 

Biryar e hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di 30ê Îlona îsal de birêve biçe.

 

Hin berpirsên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaza paşxistina hilbijartinan kirine, ku herî dawî serkirdeyê YNKê û Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de gotibû, hemû alî dixwazin hilbijartin paş bikevin, lê naxwazin behsa wê bikin.

 

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê, Mehmûd Mihemed jî di bersiva vê daxuyaniya Qubad Talebanî de ragihandiye, ku PDK bi ti awayî li gel paşxistina hilbijartinan nîne û gotiye, ku Qubad Talebanî nedibû vî mafê bide xwe ku li ser navê hemû partiya biaxive.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst