Kurdîxane Akademî dê bûrsê bide xwendekarên zimanê Kurdî

07-08-2025
RÛDAW
Nîşan Kurdîxane Akademî Bûrs Xwendekarên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdîxane Akademiyê ragihandiye ku dê 4 salan bûrsê bide xwendekarên îsal dest bi Beşa Ziman û Edebîyata/Çanda Kurdî bikin.

Dezgeha taybet a serbixwe ya fêrkirina zimanê kurdî Kurdîxane Akademîyê ragihand ku dê 4 salan bûrsê bide wan xwendekarên beşa Ziman û Edebîyata/Çanda Kurdî qezenç bikin.

Xwendekar dikarin di navbera 1 û 15ê Îlondê de serlêdanên xwe bikin.

Bernameya bûrsê ya Kurdîxane Akademîyê ji bo hemû xwendekarên ku li zanîngehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di beşa Ziman û Edebîyata Kurdî de bi cih bûne derbasdar e.

Bername, di nav 4 salên xwendina lîsansê de piştgirîyeka maddî pêşkêş dike û armanc dike ku barê aborî yê xwendekaran sivik bike.

Tê payîn ku hûrgilîyên li ser pîvan û mercên serlêdanê di hefteyên pêş de bi daxuyanîyeka fermî bê parvekirin.

 Lê belê li gorî daxuyanîya niha du şert hatine diayrkirin:

  • Divê Beşa Ziman û Edebîyata/Çanda Kurdî qezenç kiribe
  • Divê zanîngeha wî/wê ya yekem be wate berî niha beşeke din nexwendibe

Berpirsan diyar kiriye ku bûrs ne bi tenê bi piştgirîya maddî sînordar dimîne, her wiha ji bo projeyên akademîk û çandî yên xwendekaran jî rêberî wê bê dayîn.

Kurdîxane Akademî, li parêzgeha Mêrdînê wekî dibistana Kurdî ya online ji bo perwerdeya zimanê Kurdî sala 2024an hat vekirin û xebatên xwe berdewam dike.

Di bin banê vê dezgehê de nêzîkî 30 mamoste dixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst