Li Çînê ji bo xwendekarên Kurd derfeta bûrsan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çin Xwendekarên Kurd Herêma Kurdistanê Bûrs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Çînê di çarçoveya bipêşxistina pêwendiyên zanistî de ji bo xwendekarên navneteweyî bernameya bûrsa bêpere ragihand.

Xwendekarên Herêma Kurdistanê jî dikarin ji bo master û doktorayê serî li vê bûrsê bidin.

Bûrs bi rêya du bernameyên sereke tê dayîn.

Ew jî "MOFCOM" û "CSC" ne ku derfeteke girîng didin xwendekarên jêhatî da ku li zanîngehên pêşeng ên wî welatî xwendina xwe bidomînin.

Salane nêzîkî 20 xwendekarên Kurd di van bernameyan de tên qebûlkirin.

Alîkariyên darayî

Hikûmeta Çînê hemû mesrefên wan xwendekaran digire stûyê xwe yên ku tên qebûlkirin. Alîkariyên ku tên dayîn ev in:

- Xwendina bêpere

- Dabînkirina cihê mayînê û sîgorteya tenduristiyê

- Bilêta balafirê ya çûn û hatinê

- Bûrsa mehane ya debara jiyanê (nêzîkî 400 dolar)

Rêkarên ji bo karmend û derçûyan

Divê karmendên saziyên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina destûra xwendinê bi rêya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî daxwaza xwe pêşkêş bikin.

Ew xwendekarên ku nehatine damezirandin (ne karmend in) jî dikarin rasterast serî lê bidin.

Lê belê pêwîst e ku ew li gorî rênimayên Wezareta Xwendina Bilind tevbigerin û paşê ji bo yeksankirin dîplomayên xwe li wezaretê dosyayekê vekin.

Dema serlêdanê û mercên zimên

Xwendina xwendekarên biyanî ya li piraniya zanîngehên Çînê bi Îngilîzî ye.

Fêrbûna zimanê Çînî (Mandarîn) tenê wekî derseke alîkar e û li ser xwendekaran nayê ferzkirin.

Merc e ku sertîfîkaya (IELTS) yan (TOEFL) ya serlêder hebe çimkî ev sertîfîka şensê qebûlkirinê zêde dikin.

Dema dawî ya serlêdanê 3yê Gulana 2026an e.

Encam dê di navbera mehên Hezîran û Tîrmehê de werin ragihandin. Her wiha xwendin dê Îlona 2026an dest pê bike.

Cudahiyên di navbera "MOFCOM" û "CSC"yê de

Bûrsa MOFCOMê: Ev bûrs ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Çînê ve tê piştgirîkirin.

Xwendekar tenê dikarin ji bo zanîngehekê serî lê bidin. Xerciya wê ya mehane zêdetir e û ji ber ku hevrikî tê de kêm e, şensê qebûlkirinê zêdetir e.

Bûrsa CSCyê (Cureyê A): Ev bûrs ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Çînê ve tê birêvebirin.

Xwendekar dikarin sê zanîngehan hilbijêrin lê hevrikiya tê de dijwartir e.

Maweya xwendina masterê salek heta du salan e û ya doktorayê jî sê heta pênc salan diajo.

Belgeyên ku tên xwestin

- Dîploma û transkript (Divê ji aliyê Wezaretên Xwendina Bilind û Dadê, Fermangeha Pêwendiyên Derve û Nûnertiya Wezareta Karên Derve ya Îraqê ve hatibin pesendkirin)

- Belgeya paqijiya tawanê

- Belgeya tenduristiyê ya navneteweyî

- Du nameyên pêşniyarkirinê (Referans) ji mamosteyên zanîngehê (baştir profesor an jî alîkarê profesor be)

- Pasaport (ku divê herî kêm şeş meh maweya wê mabe)

- CV û plana xwendinê (Study Plan)

Têbîniyeke teknîkî û jîngeha jiyanê

Çîn ji bo xwendinê, bi taybetî jî ji bo jinan welatekî aram û guncav tê dîtin.

Pispor şîretê li serlêderan dikin ku tenê hesabekî di malperê de vebikin, çimkî vekirina du hesaban dibe sedema betalbûna serlêdanê.

Her wiha divê ew ji zanîngehan berwext razîbûna serperiştyar yan jî "pêşqebûlkirinê" bi dest bixin.

Ji bilî vê yekê, divê serlêder ji bo pêwendîdanînê sepana WeChatê bi kar bînin çimkî li Çînê piraniya e-nameyan diçin beşa "Spam"ê.

Serlêder ji bo zanyariyên zêdetir û dîtina lîsteya zanîngehan dikarin serdana platformên fermî yên Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst