Îranê sînorê Hacî Omeran topbaran kir

07-09-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Topbaran Kurdistan
A+ A-

Soran (Rûdaw) – Îranê bilindahiyên gundê Alane yê ser bi bajarokê Hacî Omeran a Hewlêrê topbaran kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir ragihand ku vê êvarê (roja înê 07-09-2018) Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê careke din bi siftî daristan û bilindahiyên gundê Alane yê ser bi bajarokê Hacî Omeran a Hewlêrê topbaran kir.

 

Muxtarê Gundê Alane Ebdullah Husên ragihand ku Supaya Pasdaran a Îranê herdû bilindahiyên Dola Alane û Marên ên li sînorê gundê me topbaran kir û ji ber topbaranê cotkar, hingivvan û ajeldarên deverê, cih û karê xwe terk kirin.

 

Fermandarekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji Rûdawê re ragihand ku topbaranên Supaya Pasdaran a Îranê piştî wê yekê hat ku Îran ji roja pêncşemê  ve car caran wan deveran topbaran dike  û topbara îro heta saet 21:30ê berdewam bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst