Steve Lutes: Şandeyeke me dê biçe serdana Herêma Kurdistanê

07-09-2025
Nwêner Fatih
Steve Lutes bû mêvanê Rûdawê
Steve Lutes bû mêvanê Rûdawê
Nîşan Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Steve Lutes Veberhênan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Steve Lutes ragihand ku şandeyeke bazirganiyê ya Amerîkayê dê biçe serdana Herêma Kurdistanê û got, "Em hewl didin derfetên di warên teknolojiya dîjîtal û hişê çêkirî de bibînin."

Ev serdan di demekê de tê ku girîngiyeke zêde ji bihêzkirina pêwendiyên aborî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de re tê dayîn.

Şande ji 30 kompanyayên Amerîkî û nêzîkî 45 nûneran pêk tê û dê li Hewlêrê bi berpirsên hikûmetê û nûnerên sektora taybet re bicive.

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Steve Lutes di hevpeyvîneke taybet de pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Steve Lutes da zanîn, şandeya ku diçe Herêma Kurdistanê, şandeya yekem a bi serpereştiya Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê ye ku bi awayekî fermî ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê ve hatiye pesendkirin.

Lutes tekez kir ku ev serdan piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Washingtonê tê û armanca wê ew e ku nûnertiya tevahiya aboriyê bike, berovajî şandeyên berê ku bi giranî li ser sektora çandinî û xwirekê bûn.

Lutes diyar kir ku ew Herêma Kurdistanê wekî cihêkî xwedî potansiyeleke mezin ji bo veberhênana Amerîkî dibînin û got ku ew dê li derfetên di warên teknolojiya dîjîtal, hişê çêkirî, pîşesaziya çêkirinê, tenduristî, geştyarî û binesaziyê de bigerin.

Lutes anî ziman ku kompanyayên Amerîkî bi dehan salan in li Herêma Kurdistanê ne û ew hêvîdar in ku bi vê serdanê re deriyên nû ji bo hevkariyê werin vekirin.

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê bal kişand ser faktorên ku ji bo veberhênerên Amerîkî girîng in, wekî qezenc, jîngeha kar a guncav, rêzgirtina ji yasayan, parastina xwedaniyê û îmkana vegerandina qezencê.

Her wiha wî tekezî li ser girîngiya aramiya siyasî û pêwendiyên baş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û vekirina Boriya Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê (ITP) wekî "îşareteke girîng" bi nav kir.

Lutes da zanîn ku ew ji bo paşeroja pêwendiyên aborî yên di navbera her du aliyan de geşbîn e û ew hîn di destpêka rê de ne û potansiyeleke mezin heye ku hîn nehatiye bikaranîn.

Hevpeyvîna Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Steve Lutes a bi Diyar Kurde re:

Rûdaw: Îro, Steve Lutes, Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, mêvanê me ye ku serpereştiya şandeyeke payebilind a bazirganî ya Amerîkî dike ji bo Herêma Kurdistanê. Serdan di demekê de ye ku girîngiyeke zêdetir ji bihêzkirina pêwendiyên aborî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistana Îraqê de re tê dayîn. Em dê behsa armancên vê şandeyê, derfetên veberhênana Amerîkî û paşeroja pêwendiyên aborî yên Amerîka û Kurdistanê bikin. Gelek spas Steve ji bo beşdarbûna te li Rûdawê.

Steve Lutes: Diyar, spas. Kêfxweş im ku careke din li studyoyê me. Bi dîtina te kêfxweş im û bi rastî spasiya derfet û vexwendina te dikim ku îro li gel te bim û ji temaşevanên Rûdawê re biaxivim. Gelek spas.

Rûdaw: Ka em dest pê bikin. Derbarê wê şandeya ku tu serpereştiyê jê re dikî, ji me re bêje. Kengî plana we heye hûn serdanê bikin û armanca sereke ya vê serdanê di vê demê de çi ye?

Steve Lutes: Belê. Baş e, yekem tişt, ez bawer im gelek girîng e ku ez di çarçoveya wê de behs bikim. Em, wekî Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, bi salan e şandeyan dişînin Herêma Kurdistana Îraqê. Ji ber vê yekê ev jî yek din e ji wan geştan. Ev şandeya diyarkirî piştî serdana birêz Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Washington DCyê hat. Vê carê em han dan ku em şandeyekê bînin ku nûnertiya tevahiya aboriyê bike. Du şandeyên me yên berê, wekî ku di bîra te de be, tekezî li ser tiştê ku me jê re digot "ji zeviyê heta sifreyê" dikir û gelekî taybet bû bi çandinî û xwirekê û tevahiya zincîra nirxê ya pîşesaziya xwirekê. Vê şandeyê kompanyayên ji gelek sektorên cuda û pîşesaziyên curbecur li xwe digire. Ji ber vê yekê em ji bo wê gelekî bi kelecan in. Ev cara yekem e ku şandeyeke bi serpereştiya Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê serdana Herêma Kurdistana Îraqê bike ku bi awayekî fermî hatiye pesendkirin ango piştgiriya Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê heye. Lewma em gelekî kêfxweş in ku piştgiriya wan a fermî li gel me ye û ew di vê hewldanê de hevparekî gelekî baş bûne.

Rûdaw: Gelo îdareya Amerîkayê piştgiriyê dide vê serdanê bo Herêma Kurdistanê?

Steve Lutes: Belê, wisa ye.

Rûdaw: Gelo plana we heye ku hûn tenê serdana Herêma Kurdistanê bikin an niyeta we hebû ku hûn serdana beşên din ên Îraqê jî bikin?

Steve Lutes: Baş e, vê şandeya me tenê tekezî li ser Herêma Kurdistana Îraqê kiriye. Di destpêka îsal de, me şandeyek bir Bexdayê û me bal kişand ser Îraqa Federal lê ji bo vê şandeyê, em bi taybetî diçin Herêma Kurdistana Îraqê û em ê di demeke gelek nêzîk de li wir bin. Di rastiyê de, min bilêtên xwe yên firokeyê kirîne.

Rûdaw: Ev gelekî baş e. Dema ku hûn diçin Kurdistanê, hûn çawa li rola Herêma Kurdistanê di kişandina veberhênana Amerîkî de dinêrin, li gorî beşên din ên Îraqê û Rojhilata Navîn bi giştî?

Steve Lutes: Belê, baş e, ez dikarim bibêjim, em bêguman li seranserê herêma Rojhilata Navîn kar dikin û niha eleqeyeke mezin ji aliyê kompanyayên Amerîkî ve li seranserê herêmê heye, ji Kendavê heta Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê. Bi nûkirina pêwendiyên dîplomatîk ên îdareyê re bi Sûriyeyê re, girîngiyeke mezin ji derfetên ji bo kompanyayên Amerîkî re li Sûriyeyê hatiye dayîn. Lê ya ku girîng bûye, ez bawer im, ew e ku em ji bîr nekin ku kompanyayên Amerîkî bi dehan sal in li Herêma Kurdistana Îraqê ne û em hêvîdar in ku di hefte û mehên pêş de berhemên vê serdanê bibînin. Dîsa, kompanyayên me hene ku li gorî zanîna min, cara yekem e diçin Hewlêrê û Herêma Kurdistanê û em hêvîdar in ku ew tiştan ji nêz ve bibînin. Tiştek nabe wekî ku mirov biçe û bi xelkê re biaxive, wekî ku em bi awayekî rûbirû û kesane dikin, û li kuçeyan bigere, serdana projeyan bike, rasterast ji wezîran û serokên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê bibihîze û hewl bide wan pêwendiyan pêş bixe da ku fêm bike proje çi ne, derfetên veberhênanê çi ne û wan biceribîne. Ji ber vê yekê em ji bo wê gelekî bi kelecan in.

Rûdaw: Gelo plana we heye ku hûn tenê serdana Hewlêrê bikin an niyeta we hebû ku hûn serdana bajarên din ên wekî Silêmanî, Helebce û Dihokê jî bikin, ji ber ku wekî hûn dizanin, dibe ku derfetên mezin li wan bajaran jî hebin?

Steve Lutes: Belê. Pirseke gelekî baş e. Şande bi xwe ew qas mezin bûye, zêdetirî 30 kompanyayan e. Ez bawer im ev tê wateya nêzîkî 40 heta 45 nûneran. Veguhestina xelkê ji Hewlêrê bo Silêmaniyê yan Dihokê karekî dijwar e. Ji ber vê yekê, tiştê ku em hewl didin bikin ew e ku em wan li cihekî bi cih bikin û paşê nûnerên Dihok, Silêmanî û beşên din ên Herêma Kurdistanê bên û ji wan re biaxivin. Em bawer dikin ku bi vî awayî em dema nûneran bi awayê herî baş û bi bandor bi kar tînin. Kêfxweş in ku ew tên Hewlêrê û bi derfetên li seranserê Herêma Kurdistanê re agahdar dibin.

Rûdaw: Dema ku em behsa pêwendiyên aborî yên Amerîka û Kurdistanê dikin, gelek kes wisa difikirin ku ew bi awayekî sereke bi sektora enerjiyê ve girêdayî ye. Lê hûn dikarin ji temaşevanên me re zelal bikin, ji bilî sektora enerjiyê, kîjan pîşesaziyên din ên Herêma Kurdistanê potansiyela wan ji bo kompanya û veberhênana Amerîkî heye?

Steve Lutes: Dîsa, pirseke gelekî baş e. Yekem tişt, ez dixwazim bibêjim ez rêzeke mezin ji bo sektora enerjiyê digirim. Ez bawer im ew xaleke bihêz a pêwendiyê bûye û em dixwazin bibînin ku ew berdewam geş dibe û kûrtir dibe. Kompanyayên me yên wekî HKN û Western Zagros hene ku çend meh berê li gel Serokwezîr bi me re bûn. Em dixwazin bibînin ku ew pêwendî berdewam geş dibin, ji ber ku ew bi rastî bingehîn û lengerê pêwendiyê ne. Bi vê şandeyê re, em hewl didin ku derfetên di warên teknolojiya dîjîtal û hişê çêkirî de bibînin. Em li warê çêkirinê dinêrin û bê guman em vedigerin ser xwirek û çandiniyê. Her wiha em li sektora tenduristiyê jî dinêrin. Hin kompanyayên me di wî warî de hene û bi giştî binesazî jî. Û ji bîr neke, mêvanperwerî û ramana geştyariyê jî. Em bi rastî hewl didin ku li seranserê aboriyê bigerin. Ez bawer im ev yek nîşana dîtin û armancên Serokwezîr e û ew cih e ku ez bawer im pêwendiyeke xwezayî ya gelek xurt di navbera karên pêşîn û şiyanên Herêma Kurdistanê de heye, ligel jêhatîbûn, pisporî û sermayeya kompanyayên Amerîkî yên ku dikarin wan derfetan tije bikin.

Rûdaw: Li gorî ezmûna we ya serdana Kurdistanê ya sala borî û axaftina we ya bi wan kompanyayên ku plana veberhênanê li herêmê dikin re, li gorî zanîna we, ew kompanya dixwazin kîjan reform an piştrastiyên diyarkirî li Herêma Kurdistanê bibînin berî ku veberhênanên mezin bikin?

Steve Lutes: Belê. Baş e, yekem tişt, ez bawer im gelek kompanya tenê li qezencê dinêrin. Ango, gelo ez ê di vê yekê de qezenceke baş bikim? Ji ber ku gelek sermaye heye ku dikare li her derê be. Hûn dikarin li projeyeke li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin an jî hûn dikarin li cihekî din ê Rojhilata Navîn an cîhanê bikin. Ji ber vê yekê, ez bawer im beşek ji dijwariyê lê di heman demê de beşek ji derfetê, ew e ku em kompanyayên Amerîkî qanih bikin ku çima Kurdistan? Çima li vir li bakurê Îraqê, çi tiştekî taybet li vir diqewime? Ez bawer im ev yek bê guman dikare bibe. Di warê reforman de, ez bawer im jîngeha kar û ez rêzeke mezin ji bo berpirsên cuda digirim, ez ê navan nekim lê reform di yasayên xwedaniyê de hatine kirin, piştrastkirina ku hûn dikarin beşek ji wê qezencê vegerînin welatê xwe an jî wê ji nû ve veberhênan bikin. Hebûna wê nermbûn û wê vebijêrkê girîng e. Ez dizanim em naxwazin ku kompanya bikevin nav pirsgirêkên yasayî lê ev jî faktorek e ku kompanya lê dinêrin; eger em bikevin rewşekê ku em bi hevparên xwe yên sereke re li hev nekin, ew ji aliyê çareseriyê ve çawa dibe? Ev tişt in ku kompanya li ber çavan digirin dema ku li jîngeha veberhênanê dinêrin. Û ez bawer im kompanya li pêwendiya di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî ya Îraqê de jî dinêrin. Dîsa, rêz ji bo serkirdayetiya her du aliyan, hem li Hewlêrê bi birêz Serokwezîr Barzanî re û bê guman Serokwezîrê Îraqê Sûdanî re. Ez bawer im hewldanek ji bo nêzîkbûnê û hewldaneke hevpar ji bo danasîna Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê ji kompanyayên Amerîkî re heye.

Rûdaw: Te behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir. Aramiya siyasî çi qas girîng e ji bo ku kompanyayên Amerîkî li herêmê veberhênanê bikin û ew çawa bandorê li gotûbêjên di navbera we û Herêma Kurdistanê de dike? Ji ber ku hê jî gelek nakokî nehatine çareserkirin û heta hin kompanyayên Amerîkî yên ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê dikin, rastî gelek pirsgirêk û zehmetiyan hatine.

Steve Lutes: Belê. Ez bawer im gelek girîng e ku hestek hebe ku meyla giştî ber bi aliyekî rast ve diçe. Me gelekî bi eşkereyî behsa vê yekê kiriye. Mînak, gelek girîng e, yek ji wan pirsgirêkên ku demeke dirêj e heye, vekirina boriya ITPyê û dîtina ku enerjî dîsa diherike. Ji bo me, ew ê bibe îşareteke girîng. Lê wekî te got, xalên din ên nakokiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene. Lê dîsa, pirs ew e ku kompanya ji dûr ve lê dinêrin, aramiya giştî çi ye, araste û meyla wê çi ye? Û wisa dixuye ku îradeyek ji bo çareserkirina van tiştan heye, ji bo ku bi hev re bixebitin, ji bo dîtina lihevkirin û sazişan ku her kes bikaribe pê razî be û bibêje ka em bi hev re vê bikin û ka em bi hev re bixebitin. Bê guman, hûrgilî her tim girîng in. Ji ber vê yekê em li benda encamên wê ne. Em dizanin ku demsala hilbijartinan nêzîk e. Ez her tim geşbîn im. Ez hez dikim wisa bifikirim ku xelk di dawiyê de dixwaze bi hev re bixebite û em gelekî hêvîdar in.

Rûdaw: Ji nêrîna te, tu dizanî ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên aborî û siyasî yên bihêz bi Amerîkayê re hebin. Hebûna pêwendiyeke aborî ya kûrtir di navbera her du aliyan de, dê çawa alîkariyê bide pêwendiyeke berfirehtir di navbera Washington û Hewlêrê de?

Steve Lutes: Baş e, ez ne siyasetmedar im lê wekî nûnerê berjewendiyên civaka bazirganiyê, ez dikarim bibêjim ku bêguman di berjewendiyê de ye dema ku berjewendiyên bazirganî bi pêwendiyeke dîplomatîk û siyasî ya erênî û berhemdar re li hev bên. Gelek caran ew dest di destê hev de ne û hin caran, pêwendiya aborî û bazirganî dikare ji bo bihêzkirina pêwendiyên siyasî jî were bikaranîn. Eger siyasetmedar û serokên dîplomatîk bibînin ku kompanyayên Amerîkî amade ne veberhênanê bikin, amade ne rîskê bigirin û projeyan pêk bînin, ew serokên siyasî dihêle ku bifikirin, em çi winda dikin? An jî em çi bikin ji bo ku alîkariyê bidin başkirina pêwendiyê? Ji ber vê yekê, ez bawer im, hin caran bazirganî pêşeng e û hin caran siyasetmedar û dîplomat pêşengiya bazirganiyê dikin. Lê di her du rewşan de, pêwendiyeke bihêz a giştî ji bo her kesî berhemdar e û ez bawer im di berjewendiya me de ye ku em wê yekê bi Îraqê re û bêguman bi Herêma Kurdistana Îraqê re bibînin.

Rûdaw: Ez piştrast im te bihîstiye ku Herêma Kurdistanê dixwaze aboriya xwe pirreng bike. Hûn çi rolê ji bo van kompanyayan dibînin di piştgirîkirina pirrengkirina aboriya herêmê û devberdana ji pişta xwe spartina petrolê?

Steve Lutes: Belê. Baş e, yekem tişt, ew armanceke gelekî hêja ye. Ez dixwazim bibêjim ez gelekî alîgir im lê ez bawer im ku kompanyayên Amerîkî yên herî baş tînin. Di her sektora ku bixwaze pirreng bibe, çi tenduristî be, çi teknolojî be an jî xwirek û çandinî be, ez bawer nakim ku hûn kompanyayeke din ji bilî kompanyayên Amerîkî bibînin ku di dahênanê de, di xwesteka damezirandina xelkê herêmî û avakirina şiyanan de li Herêma Kurdistanê pêşeng bin. Ez bawer im kompanyayên Amerîkî gelek tiştên din ji bilî dolarên veberhênanê tînin. Ew dibin beşek ji wê civaka ku tê de dijîn û dixebitin. Ji ber vê yekê, ez bawer im kompanyayên Amerîkî dikarin dinamîzmeke mezin bînin. Û di demekê de ku Herêma Kurdistanê di rêwîtiya pirrengkirinê de ye, em dixwazin berdewam kompanyayên Amerîkî yên zêdetir bînin, çi biçûk bin, çi navîn bin an jî mezin bin, da ku şiyanên xwe bînin ji bo alîkarîkirina di gihîştina armanca pirrengkirina aboriyê de ku gelekî girîng e.

Rûdaw: Em behsa pirsgirêkên cîhanî bikin. Pirsgirêkên cîhanî, wekî qutbûna zincîra dabînkirinê an guherînên enerjiyê, çawa bandorê li awayê nihêrîna van kompanyayan ji bo Herêma Kurdistanê dikin?

Steve Lutes: Baş e, ez bawer im her gava ku dijwariyek hebe, li aliyê din ê pereyê, derfetek jî heye. Û ez bawer im kompanyayên Amerîkî gelekî jîr in di fikirîna li ser wê yekê de ku em çawa berxwedanê di nav zincîra dabînkirina xwe de ava bikin? Ji ber vê yekê, eger Herêma Kurdistana Îraqê bifikire, em çawa xwe bi cih bikin da ku kompanyayên Amerîkî li vir navendan damezrînin, bibin navendek ji bo anîna berxwedanê bo zincîrên dabînkirinê, ez bawer im bê guman ev tiştek e ku di wan gotûbêjan de bi serokên hikûmeta Herêma Kurdistanê re, bê guman tiştek e ku bi serokên bazirganiyê re were axaftin dema ku ew li derfetên Herêma Kurdistanê difikirin û bê guman ev sektora enerjiyê jî li xwe digire.

Rûdaw: Wate, dema ku hûn diçin Kurdistanê, gelo hûn tenê li veberhênanê li Kurdistanê digerin an hûn dixwazin hinek derfetên veberhênanê hebin ku bazirganên Kurd jî bînin Amerîkayê da ku li vir jî veberhênanê bikin?

Steve Lutes: Baş e, bala me bi giranî li ser alîkarî, piştgirî û teşwîqkirina kompanyayên Amerîkî ye da ku bixebitin, veberhênanê bikin û hevparan li Herêma Kurdistana Îraqê û Îraqê bi giştî û heta li Rojhilata Navîn bibînin. Lê em, bê guman, wekî saziyekê, gelekî piştgiriyê didin ku Amerîka ji veberhênana serokên bazirganî, veberhêner û karsazên Herêma Kurdistanê re jî vekirî be. Ji ber vê yekê, her çend dibe ku em ew qas rasterast li ser wê nexebitin jî, em bi tevahî piştgiriyê didin wê û em bawer dikin ku ew gelekî girîng e. Û bê guman, ev îdare gelekî tekezî li ser anîna veberhênanê bo nav Amerîkayê dike. Ji ber vê yekê em li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, bê guman, bawer dikin ku ew cihekî hêja ye ji bo veberhênan û xebitandinê di nav sînorên Amerîkayê de û derfet li seranserê 50 wîlayetan ji bo veberhênerên Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê hene. Ji ber vê yekê em wan han didin, belê, ku bên û bibînin, wekî ku em bi şandeya xwe ya bazirganiyê re dikin. Em teşwîqkirina wî cureyê lêkolînê dikin û ku ew bên û bigerin û bi serokên bazirganiyê yên vir re li ser asta wîlayet, federal û herêmî biaxivin û derbarê derfetên Amerîkayê de jî bêhtir fêr bibin.

Rûdaw: Baş e, ez naxwazim hemû bernameya we bizanim lê plana we heye hûn çend rojan li Herêma Kurdistanê bimînin û niyeta we heye hûn kê bibînin? Gelo hûn dê tenê berpirsan wekî Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Odeya Bazirganiyê bibînin an hûn dê veberhêner û bazirganên takekesî li Herêma Kurdistanê jî bibînin?

Steve Lutes: Belê. Baş e, em bê guman li derveyî hikûmetê jî dinêrin. Û te navê hin ji wan berpirsên ku niyeta me heye em bibînin anî ziman. Hevparên me yên sazûmanî li Federasyona Jûrên Bazirganiyê ya Kurdistanê hene. Ew ji bo me wekî dergehekê ne ji bo gihîştina tora serokên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê em pişta xwe bi hevpariyên bi vî rengî digirin da ku piştrast bin ku derfet ji bo hevberkirinê bi kompanyayên Amerîkî re heye an jî eger kompanyayên Amerîkî li karên diyarkirî digerin ji bo hevpariyê û veberhênana hevbeş. Em bawer dikin ku hebûna hevparekî sazûmanî wekî Federasyona Jûrên Bazirganiyê ya Kurdistanê dikare di vekirina wan deriyan de alîkar be. Ji ber vê yekê, belê, dê çalakiya me bi wan re hebe. Dê çalakiya me bi Odeya Bazirganiyê ya Amerîkî ya xwe ya ku li Herêma Kurdistanê ye re hebe. Û bê guman, em ê çavê xwe li gelek hevalên xwe yên di hikûmetê de bigerînin.

Rûdaw: Her gava ku xelk şandeyekê dibîne ku tê welatê wan, ew dixwazin encaman bibînin. Hûn dikarin ji me re bibêjin ku divê em li benda kîjan gav an peymanên berbiçav bin ji van gotûbêjan an ji serdana we ya Herêma Kurdistanê?

Steve Lutes: Belê, tu bi tevahî rast dibêjî. Û em jî her tim dixwazin ku berhemên rastîn ji van cureyên serdanan bibînin. Tiştê ku em nakin, birêvebirina hûrgilî ye. Em li Odeya Bazirganiyê, baweriya me bi bazara azad heye û her wiha baweriya me bi wê yekê heye ku divê kompanya azadiya biryaranê hebin. Ji ber vê yekê em nakevin nav hûrgiliyên danûstandinên peyman û rêkeftinan. Lê tiştê ku em hewl didin bikin, vekirina çavan e, da ku ew serokên bazirganiyê yên ku cara yekem serdanê dikin, di pergal û derfetan de fêm bikin û dest bi avakirina pêwendiyan bikin ku dikarin bibin sedema veberhênanê anîna berhem û xizmetguzariyan bo Herêma Kurdistanê, dibe ku xebitandina li ser projeyeke ku li Herêma Kurdistanê ye. Em hêvîdar in, hin caran kompanya me ji ragihandin û karên xwe agahdar dikin. Hin caran em derbarê wan de dixwînin an jî dibe ku em ji Rûdawê derbarê wan de bibihîzin.

Rûdaw: Wate dibe ku ew peymanekê îmze bikin an jî merasîmek ji bo îmzekirina peymanekê di navbera veberhênerên Kurdistan û Amerîkayê de hebe?

Steve Lutes: Belê, ez bawer im ji bo vê serdanê, ew bi giranî ji bo lêgerîna li derfetên li seranserê aboriyê ye. Û dibe ku wekî encamekê, em ji kompanyayan bibihîzin ku dibe ku di destpêkê de, ji hin gotûbêjên ku wan di vê geştê de kirine, di dawiyê de gihîştine peymanekê. Eger tiştek hebe ku were îmzekirin, divê ew bilez be. Ji ber vê yekê bi rastî ez li benda wan tiştan nînim lê tevahiya mebesta vê şandeyê ew e ku were û fêr bibe, bigere, pêwendiyan ava bike û bibîne ka çi heye, ji ber ku gelek ji wan kompanyayên ku tên, cara yekem e ku tên û hûn nikarin di çend rojan de peymanekê çêbikin lê em hêvîdar in ku em peymanan bibînin ku wekî encama vê serdanê derkevin holê.

Rûdaw: Tu cara berê li wir bûyî. Ez nizanim gelo ev cara duyem e dê wekî şandeyeke fermî be. Derbarê serdana vê carê ya Herêma Kurdistanê çi te geşbîn dike? Çi guheriye ji serdana we ya dawî ve wekî şandeyeke fermî bi veberhêner û kompanyayên Amerîkî re?

Steve Lutes: Baş e, yekem tişt, siruşta min wisa ye, ez geşbîn im. Lê ez bawer im tiştê ku me bi serkirdayetiya Serokwezîr Barzanî re dîtiye, domdarî, seqamgîrî û xebata li ser dîtinê ye. Hin caran hûn dibihîzin ku dîtinek heye lê hûn gelek çalakî û şopandinê nabînin. Û bi zelalî, dema ku dor tê ser tiştên wekî pirrengkirina aboriyê û hewldana ji bo bihêzkirina hin ji van sektorên din, ez bawer im em wê çalakiyê dibînin. Beşek ji sedema ku em bi şandeyekê tên ku nûnertiya tevahiya aboriyê dike jî ev e. Ji ber vê yekê, gelek ji wê li ser bingeha wan karên ku ji aliyê serkirdayetiyê ve hatine kirin. Û ez bawer im, di warê dîrokî de, me tenê dest bi destpêkê kiriye. Piraniya wê di sektora enerjiyê de ye. Ez bawer im di warê xwirek û çandiniyê de pêşketin çêbûye. Lê dîsa, ez bawer im beşek ji wê ew e ku me tenê dest avêtiye hin derfetan. Ji ber vê yekê, ez bawer im gelek sektor hene ku ji aliyê beşdariya me ve kêmtir pêş ketine û em dixwazin hin ji wan derfetan ji kompanyayên Amerîkî re vekin, çi di tenduristiyê de be, çi di teknolojiyê de, bê guman bêhtir di enerjiyê de, bêhtir di xwirek û çandiniyê de lê em bi rastî hêvîdar in ku ev serdan bibe sedema vekirina wan sektorên pirreng ên aboriyê.

Rûdaw: Ez dê du pirsên dawî bikim. Hûn ne siyasetmedar in lê di warê bazirganî û veberhênanê de, Herêma Kurdistanê Çiriya Pêşîna borî hilbijartin li dar xistin lê hîn hikûmeteke me ya nû nîne û parlamento ne çalak e. Ev yek çawa we wekî veberhênerên Amerîkî dilgiran dike an veberhênerên Amerîkî çawa ji pêşhatên siyasî yên Herêma Kurdistanê û bûyerên çend hefteyên borî dilgiran in?

Steve Lutes: Belê. Baş e, ez bawer im, veberhêner, di dawiyê de, li aramiya giştî dinêrin. Û ez bawer im tiştê ku wan li Herêma Kurdistanê dîtiye, aramiya giştî ye. Gelo veberhêner gelekî dikevin nav hûrgiliyan, dibe ku di sektoreke diyarkirî de, wekî mînak, eger dilgiraniyek derbarê wê yekê hebe ku mînak, dane çawa tên birêkûpêkkirin? Gelo desteyek heye ku serkirdayetiya wê nîne an li benda damezirandina kesekî ye, dibe ku ew li tiştekî wisa binêrin lê bi giştî, ez bawer im, gelo aramiya siyasî ya giştî heye, serkirdayetiya siyasî ya xwedî dîtin heye û li ser wê dîtinê tê xebitandin? Û ew rewş bi Serokwezîr û Serok re wisa ye. Di dawiyê de, em wê di destê xelkê Herêma Kurdistanê de dihêlin. Dema ku dor tê pêvajoya siyasî û biryardanê, ew ne rola me ye. Lê bê guman, ez bawer im, wekî civaka veberhêner û wekî sektora taybet, em li tiştan dinêrin, gelek caran li ser asta giştî û em li wê aramiya giştî digerin.

Rûdaw: Behsa dîtin û nihêrîna ji bo paşerojê. Hûn çawa li dîtina demdirêj a pêwendiyên aborî yên Kurdistan û Amerîkayê di pênc an deh salên pêş de dinêrin?

Steve Lutes: Baş e, ez bawer im ku ew pêşerojeke geş e. Ez bawer im, dîsa, me tenê dest bi potansiyelê kiriye dema ku dor tê ser pirrengkirina aboriyê. Em, bê guman, dixwazin bêhtir di sektora enerjiyê de bibînin. Em dizanin gelek kar di warê binesazî û hilberîna elektrîkê de hatiye kirin û ev gelek baş e û em teşwîqkirina bêhtir û bêhtir di wê de didin. Lê her wiha ez bawer im di nav sê, pênc an deh salên pêş de, em ê kompanyayên Amerîkî yên zêdetir bibînin ku beşdarî di sektorên pirreng ên Herêma Kurdistana Îraqê û Îraqê bi giştî de dikin. Dîsa, ez bawer im hûn dê kûr û firehbûneke pêwendiyê bibînin dema ku dor tê ser pêwendiyên aborî.

Rûdaw: Gelek spas Steve. Ez hêviya herî baş ji te re dixwazim ligel şandeya te û serdana te ya Herêma Kurdistanê.

Steve Lutes: Gelek spas. Em li bendê ne û em dê piştî serdana xwe raporê bidin. Gelek spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst