Partiyên kurdî teqîna Amedê şermezar kir

07-11-2016
RÛDAW
Nîşan TAK Amed Teqîn Hareketa Azadî PAK PAKURD PDK Bakur PSK
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Pênc saz û partiyên kurdî Hareketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanê (PAKURD), Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) û PDK Bakur teqîna Amedê ya 5ê Mijdarê şermezar kir.


Li navçeya Rezan a Amedê di roja 04.10.2016an de bi teqîneke bombeyî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 100 kesî  jî birîndar bûn.


Di derbarê failê vê teqînê de gelek agahîyên cuda cuda belav bûn.


Parêzgeriya Amedê piştî teqînê daxuyaniyek da û ragihand “PKKê ev teqîn pêk aniye. Paşê li medya DAIŞê hattin ragihand wan ew teqîn encam dane.


Herî dawî duh 6ê Mijdarê Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) li ser malpera xe ya ferfmî berpirsiyariya teqînê li xwe girt.


Hareketa Azadî,  PAK, PAKURD, PDK Bakur û PSK derbarê teqînê di daxuyaniyeke hevbeş de êrişa navborî şermezar kirin.


Di daxuyaniya saz û pariyên kurdî de wiha hat gotin: “Aşkereye ku teqîn ji alîyê kê hatibe lidarxistin jî, dê ew encama kuştin û wêranîyê ji holê ranebe.


Ji alîyê kê hatibe kirin jî, em vê teqîna ku zerar daye gelê me, daye welatê me, daye doza azadîya Kurdistanê şermezar dikin.”


Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat ragihand: “Çalakîyên bi vî rengî, tûnd û tûjî û şer rê li ber çareserîya sîyasî digire, çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê aloztir dike, bi  dûr dixe. Dewleta Tirk dixwaze berê gelê me bes bide şerî û sîyaseta PKKê ya şerî jî rê ji vê sîyaseta dewleta Tirk re xweştir dike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst