Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îşev dibe mêvanê bernameya "Bestoon Talk"ê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji aliyê Bêstûn Osman ve tê pêşkêşkirin.
Sûdanî dê di bernameyê de dê behsa çend mijarên girîng ên têkildarî Îraq, Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê bike.
Bername îşev saet 00:00an rasterast li ser ekran û torên medyaya civakî ya Rûdawê tê weşandin.
Yek ji mijarên sereke ku Sûdanî dê behs bike, meaşê karmendên Herêma Kurdistanê ye.
Divê bê goti ku karmendên Herêma Kurdistanê heta niha meaşê meha îlonê jî wernegirtine.
Serokwezîrê Îraqê Sûdanî her wiha dê behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî bike.
Li aliyê din, mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî dê bê gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Îraqê dê li ser hilbijartinên Parlamentoya Îraqê jî biaxive.
Hilbijartin 11ê mehê dê bên kirin û xelk dê biçe ser sindoqên dengdanê.
Li Îraq û Herêma Kurdistanê ev mehek e lîste û fraksiyon ji bo kursiyên parlamentoya Îraqê bangeşeyê dikin.
Pêşkêşkarê bernameyê Bêstûn Osman û mêvanên bernameya wî ku ew jî ji hejmarek welatiyan pêk tê dê rasterast ji Serokwezîrê Îraqê Sûdanî pirsan bikin û bersivan wergirin.
Bestoon Talkê di dema bangeşeya hilbijartinê de serdana gelek parêzgehên Îraqê kir.
Di bernameyê de parêzgaran mêvandariya bernameya Bestoon Talkê kir û bersiv da pirsên Bêstûn Osman welatiyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse