Sûdanî: Ez û Serok Barzanî hemfikir in

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Serok Mesûd Barzanî Dihok Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, "Ez û Cenabê Serok Barzanî hemfikir in ku di yasaya niha de deng tên şewitandin."

6emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê tê lidarxistin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî tevlî forumê bû gotarek pêşkêş kir.

"Deng û kursiyên me li hev nakin"

Sûdanî di gotara xwe de amaje bi encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê kir û got, "Hevpeymaniya me nêzîkî 1 milyon û 317 hezar deng standin lê ev hejmar bi kursiyên ku me standine re nagunce."

Serokwezîrê Îraqê her wiha da zanîn ku divê yasa di her hilbijartinê de neyê guhertin lê pêwîst e parlamento ji bo yasayeke dadperwer ku rê li ber şewitandina dengan bigire gotûbêjan bike.

Serok Mesûd Barzanî jî di korbendê de bal kişandibû ser pêwîstiya guhertina yasaya hilbijartinê û gotibû ku di yasaya hilbijartinê de dadperwerî nîne.

"Divê em li ser derfetên hevpar rawestin”

Sûdanî derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî axivî û diyar kir ku divê her du alî li ser "derfetên hevpar" ên aborî û lihevkirinê rawestin.

Serokwezîrê Îraqê teqez kir ku pirsgirêkên heyî ne siyasî ne lê belê teknîkî û yasayî ne.

Mihemed Şiya Sûdanî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşketinên çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û amaje bi wê yekê kir ku girêbestên petrolê hatine çareserkirin û firotina petrola Herêma Kurdistanê careke din dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dilawerê Zengî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Dilawerê Zengî: Li Rojavayê Kurdistanê xewna Xanî û Cizîrî pêk hatiye

Nivîskar Dilawerê Zengî ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî derbasî qonaxeke dîrokî bûye û xewna helbestvanên mezin ên Kurd pêk hatiye