Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvana mafên jinan û pispora civaknasiya siyasî Dr. Şilêr Reşîdiyê diyar kir ku li gorî têgihiştina civakê “Jina baş ew e ku xwe dike qurban.”
Dr. Şilêr Reşîdiya ji bajarê Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê bû mêvana bultena Nûrojê ya Rûdawê.
Şilêrê diyar kir ku sedema sereke ya zêdebûna tundiya li ser jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê valahiya kûr a di navbera "asta bilind a têgihiştina jinan" û "yasa û nerîtên kevnar" de ye.
"Sedema sereke…”
Dr. Şilêrê bal kişand ser wê yekê ku niha tundiya li jinan zêde bûye lê amarên fermî û hûr nayên zanîn ji ber ku hemû cureyên tundiyê nayên eşkerekirin û got:
"Sedema sereke ya vê rewşê ew e ku yasa û nerîtên civakî yên derbarê jinan neguherîne lê di heman demê de asta têgihiştin û zanistî ya jinan gelekî bilind bûye.
Ev yek nehevsengiyekê di navbera daxwazên jinan û ferzkirinên civakê de çêdike û dibe sedema zêdebûna tundiyê."
"Jina baş ew e ku xwe dike qurban?"
Dr. Şilêrê amaje bi zêdebûna kuştina jinan, tundiya zayendî û derûnî kir û wê rexne li perwerdeya civakî girt û got:
"Rê li ber jinan tê girtin ku asta xwe ya zanistî bilind bikin.
Civak jinan fêr dike ku 'jina baş' ne ew e ku pispor û zana be, ew e ku xwe ji bo bav, bira û mala xwe bike qurban.
Ev ferzkirina rola qurbaniyê, cureyê herî giran ê tundiyê ye ku li hemberî jinan tê meşandin."
Nîqaşên Yasaya Mehrbirînê
Li Îranê hefteya borî li parlamentoyê yasayek hat pejirandin ku sînorê mehrbirînê (qelen) ji 110 sikeyan (zêr) dadixe 14 sikeyan.
Çalakvan Şilêrê ev mijar nirxand û helwesta xwe wiha anî ziman:
"Ez bi awayekî prensîbî ne li gel yasaya mehrbirînê me, çi 110 be çi 14. Ji ber ku ev yek tê wateya bazarkirina jinan.
Pirsgirêka sereke parastina jinan e. Divê dewlet pergaleke wisa ava bike ku jinan biparêze, ne ku jin neçar bimînin xwe li pişta yasaya mehrê veşêrin."
Ji aliyê din ve, biryara parlamentoyê ya derbarê kêmkirina sînorê mehrbirînê bû sedema bertekên tund.
Alîkara Serokkomarê Îranê ya Kar û Barên Jinan û Malbatê ragihand ku ew ji pejirandina vê qanûnê matmayî mane.
Wê diyar kir ku ev qanûn li dijî prensîbên destûra bingehîn e û her wiha dijberî polîtîkayên giştî yên Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yên derbarê malbat û jinan e.
#VÎDEO - Çalakvan Şilêr Reşîdî: Li gorî civakê, ❝Jina baş ew e ku xwe dike qurban❞
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 7, 2025
💬Li Îranê tundiya li ser jinan zêde dibe pic.twitter.com/ovyhgMhNiT
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse