EFRÎN - Çekdaran bi ser malekê de girt: Şkence li 3 Kurdan kirin

08-01-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Binpêkirina Mafan Dizîkirin Şkencekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Memalayê ya nahiyeya Racoyê ya Efrînê, endamên grûpên çekdar bi ser malekê de girt û şkenceyên giran li 3 welatiyan kirin û tiştên nav malê dizîn.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva înê çekdaran bi ser mala welatiyê Kurd Hemîd Yûsifê li gundê Memalayê de girtiye.

Çekdaran Hemîd Yûsifê 75 salî, hevjîna wî ya 65 salî û keça wî ya 35 salî girê daye û bi tundî şkence li wan kiriye.

Çekdaran herwiha 900 dolar, bazinekî zêr, telefoneke malbatê jî dizîne û reviyane.

Tevî ku Hemîd Yûsif gilî li navenda polîsên Racoyê tomar kiriye jî heta niha ti kes nehatiye girtin.

Şêxo da zanîn piştî ku grûpa çekdar mal talan kiriye, demjimêr 03:00yan di rêbenda grûpên çekdar a li gundê Memalayê re derbas bûne lê nehatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst