Li 63 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya koda zer hat dayîn

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hişyarî Koda Zer Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li 63 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya "koda zer" a baran û berfê da.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, li bajarên wekî Amed, Erzirom û Wanê berf û baran dê bi hev re bibarin.

Saziya Keşnasiyê ragihand ku îro li 63 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran û berf tê pêşbînîkirin.

Saziyê ji bo bajarên Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Erzingan, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mûş, Sêrt, Sêwaz, Dêrsim, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexan û Îdirê di asta zer de hişyariya baranê da.

Her wiha hat diyarkirin ku li Amed, Erzirom, Qers, Meletî, Wan û Dîlokê berf û baran dê bi hev re bibarin.

Barana gur û bahoz

Li gorî pêşbîniyan, li bajarên Agirî, Mûş, Qers, Bedlîs, Erzirom, Colemêrg, Şirnex, Wan, Îdir, Erdexan û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê barana gur dibare û ba û bahoz radibe.

Ji bo van bajaran hişyariya koda zer hat dayîn.

Saziya Keşnasiyê ji bo egera lehî, brûsk, zîpik, aşût û pirsgirêkên trafîkê hişyariyê dide welatiyên li wan bajaran û daxwaza wergirtina tedbîran dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst