Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Cîhaniya Jinan li bajarên Amed, Wan û Êlih (Batman) ên Bakurê Kurdistanê hate pîrozkirin. Bi hezaran jin herikîn qadan û li dijî tundiya li ser jinan nerazîbûn nîşan dan.
Li Amedê bi hezaran jin herikîn qada Stasyonê û li dijî tundiya li ser jinan nerazîbûn nîşan dan.
Mitîngên jinan li Bakurê Kurdistanê di bin siya Rewşa Awarte de hatin lidarxistin. Rojeva sereke ya di mitîngan de jî daxwaza azadkirina bi hezaran jinên kurd ên di zindanan de bû.
Leyla Guven jî ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye, di mitîngê de amade bû. Ew bi xwe jî bi salan di girtîgehê de maye. Leyla Guven dibêje, 5 hezar jinên kurd ên siyasî di zindanan de ne û ji bo wan daxwaza azadiyê dike.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Niha dewlet bi rastî qotayê pêk tîne. Qotaya cinsî. Wextê 10 kesan digre, 5 kes jin in. Endamên meclisê zêdetir jin in. îro 10 hezar girtî hene, ji wan 5 hezar jin in”.
Feleknaz Uca jî parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê ye. Ew jî di mitîngê de hem weke axavtvan û hem jî weke çalakger cih digre. Ew jî balê dikişîne ser neheqî û zordariya li ser jinan û dibêje jin encax bi têkoşînê dikarin wekheviya bi mêran re bi dest bixin.
Feleknaz Uca jî li ser Roja Cîhaniya Jinan ji Rûdawê re axivî û got: “Ev sed salan zêdetir li hemberî şîdetê, ji bo azadî û mafên kedkaran têkoşînê daye. Tevî hemû astengiyan em îro li qadê ne. Em dê bi têkoşîna xwe bi ser bikevin. Tu kes nikare rengê van jinên têkoşer bigre”.
Jinan di mitîngê li ber def û zirneyê û erbaneyan govend girêdan. Hinek ji wan reqisîn û hinek ji wan jî li ber dengê muzîkê kêfxweş bûn. Lê di dilê hemûyan de rojeva sereke, jinên di girtîgehên Tirkiyeyê de bû.
Di mitîngê de hunermend Rojda jî derkete ser dikê. Wê got û beşdaran lê vegerand.
Piştî rewşa awarte ev yekemîn car bû, ku HDP û saziyên nêzî wê karîn bi destûra dewletê mîtîngek li dar bixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse