Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku di encama êrişên şeva borî yên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê de karmendekî Asayîşa Balafirgehê şehîd ketiye û 3 karmendên din jî birîndar bûne
Umêd Xoşnaw di berdewamiyê jî de got, "Navê wî karmendê Asayîşê yê ku şehîd ketiye Welat Tahir e."
Şeva borî û berbanga îro yekşemê çend êriş li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatin kirin lê êriş ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Hewlêrê ve hatin têkbirin.
Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir, şeva borî bi 10 dronan êrişî bajarê Hewlêrê hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse