Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî zanyariyan 3 kes li nav bazara bajarokê Cindirêsê yê Efrînê bi guleyan hatin kuştin.
Jêderekê ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku derdora demjimêr 10:00ê sibehê, dema ku her sê kes diçûn ser karên xwe hatine kuştin.
Hejmarek çekdar bi 2 otomobîlan rê li her sê kesan girtibûn û ew gulebaran kiribûn.
Her sê kesên ku hatine kuştin, yek ji wan navê wî Mûrad Hisên Ezîz e, xelkê Cindirêsê ye, her du kesên din ji Helebê ne.
Li gorî çavkaniya taybet bi Rûdawê her 3 kes zêrînger bûn û tê gotin ku ew ji bo diziya wan hatine kuştin.
Li gorî zanyariyan heta niha tohmetbar nehatine naskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse