Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Seydulşuhedayê yê Îraqê Ebû Ala Welaî ragihand, lîstina bi têgehan ji bo behskirina tiştê ku niha rû dide êdî bê sûd e û tiştê ku heye "şerê hebûna Şîeyan e.”
Ev helwesta Ebû Ala Welaî di daxuyaniyekê de bû ku yekşemê 8ê Adara 2026an belav kir û tê de behsa şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de kir.
Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Seydulşuhedayê ragihand ku dijminên wan li dijî Şîeyan şer ragihandiye, bêyî ku cudahiyê bixin navbera Şîeyên nerm, Şîeyên berevanîkar û siyasî, an jî Şîeyekî ku kiravatê girêbide yan jî cilûbergên dînî û leşkerî li xwe bike û got: "Ew hemû ji bo wan (Îsraîl û Amerîkayê) dijmin in."
Ebû Ala Welaî di berdewamiyê jî de got, "Lîstina bi têgehan ji bo behskirina tiştê ku niha rû dide bê sûd e, ev şerê hebûna Şîeyan e" û peyamekê ji welatiyên Şîe re şand û got, "Loma di asta rûbirûbûn û berpirsyariyê de bin."
Ketîbeyên Seydulşuhedayê yek ji pêkhateyên Desteya Heşdî Şebiyê ne û nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê ne.
Rojên 6 û 7ê Adara 2026an, sê caran baregehên Ketîbeyên Seydulşuhedayê yên li Nînowayê hatin bombebarankirin û wê grûpê jî Amerîka bi pêkanîna wan êrişan tometbar kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse