Serok Barzanî: Giraniya şoreşê li ser milên jinên Kurdistanê bû

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Roja Cîhanî ya Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî got, “Jinên Kurdistanê her tim bûne pareke sereke ya têkoşîn û berxwedana gelê me.”

Serok Barzanî her wiha got, “Giraniya şoreşê li ser milên jinên Kurdistanê bûye.”

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî peyamek li ser hesabê xwe yê Xê belav kir û 8ê Adarê li jinan pîroz kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, "Bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, ez pîrozbahiyê li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim."

Serok Barzanî diyar kir ku ew rêzê li qurbanîdanên jinên Kurdistanê digire û got:

"Jinên Kurdistanê her tim pareke sereke ya têkoşîn û berxwedana gelê me bûne.

Giraniya şoreş û qurbanîdanê li ser milên wan bûye."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de bextewerî, serfirazî û serkeftin ji bo hemû jinên Kurdistanê xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst