Balafirgehên Îraq û Herêma Kurdistanê dest bi geştan dikin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Îraq Balafirgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Firokevaniya Sivîl a Îraqê biryara vekirina asmanê welêt da.

Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê jî ragihand ku wan ji bo destpêkirina geştan dest bi amadekariyan kiriye.

Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ki ser mijarê ji Rûdawê reaxivî.

Ehmed Hoşyar got, "Em ji aliyê Desthilata Firokevaniya Sivîl a Îraqê ve ji bo destpêkirina geştên xwe hatin agahdarkirin û me niha dest bi amadekariyan kiriye."

Her wiha Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî ya Silêmaniyê di daxuyaniyekê de diyar kir, li gorî agahdariya Desthilata Firokevaniya Sivîl a Îraqê, ji îro pê ve asmanê Îraqê ji bo geştan hatiye vekirin.

Beşa Pêwendiyên Giştî û Ragihandinê ya Balafirgeha Silêmaniyê her wiha da zanîn ku dê şîrketên firokevaniyê li gorî plana xwe û piştî sererastkirina geştên xwe, di demeke herî nêz de geştên xwe yên asmanî ji balafirgehê ji nû ve bidin destpêkirin.

Serokê bi Wekalet ê Desthilata Firokevaniya Sivîl a Îraqê Bengîn Rêkanî ji Rûdawê re ragihand ku asmanê Îraqê û hemû balafirgehên li Îraq û Herêma Kurdistanê vedibin û got:

"Êvara îro Çarşemê, geştên asmanî ji nû ve dest pê dikin."

Balafirgehên Herêma Kurdistanê û Îraqê ev in: Hewlêr, Celal Talebanî (Silêmanî), Kerkûk, Mûsil, Bexda, Necef û Besra.

Derbarê heman mijarê de, Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan ê Desthilata Firokevaniya Sivîl a Îraqê Cîhad Dîwan îro ji Rûdawê re piştrast kir ku asmanê Îraqê ji bo geştan hatiye vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst