Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke ji Şirketa Petrola Bakur ragihand ku doh 210 hezar bermîl petrola Kerkûkê di ser Herêma Kurdistanê re ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve hatiye hinartin.
Wê çavkaniyê her wiha da zanîn ku hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê jî tenê 15 hezar bermîl bûye.
Çavkaniyeke ji Şirketa Petrola Bakur îro li ser hinartina petrola Kerkûkê ji Rûdawê re axivî.
Çavkaniyê got, "Niha bi nîvekî rojane zêdetirî 200 hezar bermîl petrola Kerkûkê di ser Herêma Kurdistanê re tê şandin.
Ev petrol diçe Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê. Doh qebareya hinardekirî 210 hezar bermîl bû."
Pêşî bi 100 hezar bermîlî dest pê kiribû
Hinartina petrola Kerkûkê di destpêkê de bi nêzîkî 100 hezar bermîlan dest pê kiribû.
Sibeha 18ê Adara 2026an saet 06:30î de yekem qebareya petrola Kerkûkê bi rêya boriyên petrolê ya Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ve hatibû şandin.
Hinartina Herêma Kurdistanê kêm bûye
Wê çavkaniyê li ser petrola Herêma Kurdistanê jî zanyarî dan.
Beriya destpêkirina şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re lihevkirin çêbûbûn.
Piştî van lihevkirinan hinartina petrola Herêma Kurdistanê gihîştibû nêzîkî 250 hezar bermîlan.
Lê piştî êrişan piraniya şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê karên xwe rawestandin û hinartin bi awayekî berçav kêm bû.
Heman çavkaniyê got, "Niha kapasiteya hinartina rojane ya petrola Herêma Kurdistanê ne cîgir e û diguhere.
Hinek rojan digihîje 45 hezar bermîlî lê wekî mînak doh tenê 15 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê hat hinartin."
Aboriya Îraqê di rîskê de ye
Hikûmeta Îraqê neçar ma ku petrola Kerkûkê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê bişîne.
Sedema vê yekê ew e ku ji ber şerê Îsraîl û Amerîkayê yê bi Îranê re hinartina petrola Îraqê ya bi rêya deryayê rawestiyaye.
Vê rewşê ji bo aboriya Îraqê pirsgirêkeke mezin derxistiye holê.
Ji ber ku ji sedî 92yê dahata Îraqê li ser firotina petrolê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse