Li Amedê pêşangeha şirketên xwecihî: Cara ewil li derveyî Stenbolê ye

3 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Nîşan Pêşangeh Amed Şirket Xwecihî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê pêşangeha şirketên zincîr ên xwecihî yên bazirganiya perekende dikin dest pê kir.

Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Federasyona Firoşkariya Perekende bi hevkariya hev vê pêşangehê li dar dixin.

Ji bo pêşangehê ji 81 bajaran 49 şirketên hilberîner û dabînker beşdar in.

Pêşangeh ji bo 2 rojan e û dê sibe bi dawî bibe.

Armanca lidarxistina pêşangehê geşkirin û nîqaşkirina bipêşxistina sektora firotina perekendeyê ye.

Berpirsê pêşangehê Welat Ektîrîcî diyar kir ku ev pêşangeh heta niha 15 sal in her li Stenbolê dihat lidarxistin û got:

"Federasyona firoşkaran li wir çêdikirin. Ev cara yekem e ku li Amedê tê lidarxistin."

Ji 81 bajaran 49 şirketên dabînkirinê yên xwecihî dê du rojan dan û standinên xwe bikin û li ser bipêşxistina sektora firotinê biaxivin.

Şirketên mezin standên xwe vekirin

Osman Daghanê beşdar li ser pêşangehê anî ziman:

"Li vî welatî kîjan marketên firotina hûrdeyî dikin yên xwecihî hebin ew îro li vir in.

Şirketên mezin jî hatine li vir standên xwe vekirine."

Mehmet Salih Yildizê ku ji Êlihê beşdar bûye û xwediyê markayekê ye got:

"Markaya me Lavî ye. Em ji Batmanê ne.

Li Batmanê baxçeyên me hene, em fêkiyên wan baxçeyên xwe li kargehan dikin ava fêkiyan û difiroşin tevahiya Tirkiyeyê.

Her wiha em van avên fêkiyan difiroşin 40 welatên cîhanê jî."

50-60 cure berhem tên nîşandan

Beşdar Ebedîn Efe jî li ser berhemên xwe ev agahî dan:

"Berhemên me bi giştî ji bo paqijiyê ne.

Xwirek li cem me nîne. 50-60 cure berhemên me hene."

Beşdara bi navê Gulnarîn Demîrelê jî da zanîn:

"Em Vîvamor markeyeke herêmî ne. Em şerbeta rihanê çêdikin.

Em bi giştî bi destan çêdikin. Ji bo naskirinê em li vir in."

Pêşangeha ku îro bi merasîmeke taybet dest pê kir 2 rojan didome û dê sibe êvarê bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst