Li Amedê Konferansa Kurd tê lidarxistin

08-05-2013
XANGUL OZBEY
Nîşan BDP KCD Herêma Kurdistanê Hewlêr Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP dixwazin ku meha hezîranê Konferansa Kurd li Amedê li dar bixin.

Emdamê Desteya Rêveber a KCD'ê Seydî Firat derbarê konferansê de ji Rûdawê re axivî. Firat, diyar kir ku ew dixwazin di meha hezîranê de konferansa xwe pêk bînin û sedema vê dema zû ya hatiye diyarkirin, wiha bilêv kir: "Ji ber ku piştre betlane ye, havîn e û her kes ji ber germê diçe. Em dixwazin hemû derdorên kurd tevlî konferansê bibin. Tevgera kurd berê jî bang kiribû ku rêxistinên îslamî jî dikarin tê de cih bigirin."

Beşdar rojevê diyar dikin

Firat derbarê armanca konferansê de destnîşan kir ku, nîqaşkirina pêvajoya aştiyê, alîkariya kurdan û rêxistinên kurdan çawa çêbibe mijarên sereke ne. Firat wiha got: "Kurd çi difikirin? Aliyê kurdan dê çawa be? Di nav kurdan de yekîtî çawa çêbibe? Di siyaseta kurdan û Rojhilata Navîn de kurd çi difikirin,  çawa bikin? Ev mijarên li pêşiya me ne. Rojeva konferansê ne diyar e. Kurdên ku bên gel hev wê rojevê diyar bikin. Kurd wê pêşeroja xwe çawa diyarbikin, ev dê bê nîqaşkirin."

Rewşa kurdan tê nîqaşkirin

Firat da zanîn ku hemû derdor û netewan stratejiyek xwe hene û pirsî "Çima stratejiyeke kurdan tunebe? Ji bo vê konferansê niha xebatek tê meşandin. Ji bo konferanseke netewî ya giştî li Hewlêrê bê lidarxistin xebatek berfireh heye. Ne tenê Amed, kurdên başûr di nav xwe de çi difikirin, kurdên rojhilat çi difikirin? Kurdên rojava di çi rewşê de ne? Emê vana nîqaş bikin."

Bi derdorên kurd re hevdîtin çêbûn

Seydî Firat diyar kir ku ew dixwazin li Hewlêrê konferanseke ku hemû kurd tevlî bidin, bê lidarxistin. Firat ragihand ku li başûrê Kurdistanê jî, ev xebat tên meşandin. Firat, bi bîr xist ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ew roj gotiye ku ji bo konferanseke netewî merc maqûltir in. Firat destnîşan kir ku aliyê bakûr ne tenê mesela kurd e û wiha got: "Ev konferansa li Amedê tê lidarxistin, ji bo yekîtiya netewî gavek e, wê parçeyên din ên Kurdistanê jî konferansên bi vî rengî bên lidarxistin.  Di nav amadekarên vê konferansê de BDP, KCD û rêxistinên din ên kurdan hene. Em dixwazin rewşenbîr jî tevlî bibin. Bi Însiyatîfa Azadiyê, KADEP, DDKD û rêxistinên din ên kurdan re jî hevdîtinên me berdewam dikin. Em dixwazin di nav kurdan de yekîtiya netewî ya demokratîk çêbibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst