Bane: Îranê kolberekî din kuşt

08-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kolber Rojhilatê Kurdistanê Îran Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên nobedarên sînor ên Îranê li herêma çiyayî ya Baneyê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî bi navê Mihemed Qadirî kuşt.

Ji destpêka Gulanê heta niha li ser sînorê rêveberiya parêzgeha Sineyê 4 kolber hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê 7ê Gulanê hêzên nobedarên sînor ên Îranê li herêma Gulesûrê ya bajarê Baneyê gule li karwaneke kolberan reşandine.

Ji ber wê êrişa hêzên Îranê ya li kolberan, kolberê bi navê Mihemed Qadirî canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê jî di raporekê de eşkere kir ku pasdarên Îranê li herêma Kanêksî Xercekê gule li kolberan reşandine.

Çend gule li Mihemed Qadirî ketine û Mihemed Qadirî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapora Hengawê cenazeyê Mihemed Qadirî ji bo Nexweşxaneya Baneyê hatiye veguhestin lê radestî malbata wî nehatiye kirin.

Li gorî zanyariyan Mihemed Qadirî xelkê gundê Şiwê yê Baneyê ye û bavê 5 zarokan e.

Tevî kuştina Mihemed Qadirî heta niha ji destpêka Gulanê ve li ser sînorê Sineyê 4 kolber hatine kuştin.

1ê Gulanê jî kolberekî 45 salî yê bi navê Hêmin Ehmedî ku xelkê Seqizê ye hatibû kuştin.

Herwiha 3yê Gulanê kolberê bi navê Celal Sohrabiyê 43 salî yê ji Tajana Beneyê ye ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin.

7ê Gulanê jî kolberê bi navê Eta Rustemê ji Paweyê ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Nîsana 2024an jî herî kêm 4 kolber hatibûn kuştin û 33 kolber jî birîndar bibûn.

Adarê jî herî kêm 13 kolberan canê xwe ji dest dabû û 78 kolber jî birîndar bûbûn.

4 kolber ji ber gulebarana hêzên Îranê canê xwe ji dest dabû.

4 kolber ji bilindahiyan ketibûn û 2 jî ji ber sermayê miribûn.

2 kolber jî ji ber qezaya trafîkê canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst