Sine: Îranê kolberekî Seqizî kuşt

02-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kolber Seqiz Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kolberekî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Hêmin Ehmedî ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî zanyariyan Hêmin Ehmedî 45 salî, zewicî ye û keçeke wî ya 8 salî heye.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê doh li ser sînorê bajarê Seqizê, hêzên sînorî yên Îranê gule li karwaneke kolberan reşandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê da zanîn ku kolberê bi navê Hêmin Ehmedî ji ber gulebarana hêzên sînorî yên Îranê canê xwe ji dest daye.

Rêxistinê amaje bi wê yekê jî kir ku Hêmin Ehmedî ji gundê Karêzê yê Seqizê ye.

Li aliyê din Mafê Mirovan a Hengawê jî li ser bûyerê ragihand:

“Hêmin Ehmedî ji metreyekê bi keleşnîkofê ji dil û zikê xwe hatiye gulebarankirin.”

Di meha Nîsanê de herî kêm 4 kolber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin kuştin û 33 kolber jî hatin birîndarkirin.

Di meha Adarê de jî 13 kolberan canê xwe ji dest dabû.

Li gorî zanyariyan 4 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn kuştin.

4 kes ji çiyayan ketibûn xwarê û 2 kes jî ji ber sermayê miribûn.

Herwiha kolberek jî ji ber krîza dil û 2 kolberan jî di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest dabû.

Di meha Adarê de 78 kolber jî birîndar bûbûn.

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan sala 2023yan de herî kêm 32 kolberan canê xwe ji dest daye û 307 kolber jî birîndar bûn û 2 kolber din jî winda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst