Li Hewlêrê ji bo duçerxeyan dê rêyên taybet werin çêkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Duçerxesiwarên Hewlêrê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Duçerxesiwarên Hewlêrê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Hewlêr Duçerxe Bajar Cade Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê her çend deşt be û ji bo duçerxeyan guncav be jî heta niha rêyên duçerxeyan nebûn lê biryar hatiye wergirtin ku rê werin çêkirin.

Mam Casimê 57 salî ku ji xortaniya xwe ve duçerxeya wî hevalê wî yê rêyên dûr û nêzîk e, niha li kolanên Hewlêrê xwe di aramiyê de hîs nake.

Ew diyar dike ku ji ber zêdebûna hejmara otomobîlan û nebûna rêyên taybet, çûn û hatin gelekî zehmet bûye.

Casim Xidirê ku yek ji duçerxesiwarên kevn ên Hewlêrê ye, behsa wan metirsiyan dike ku rojane rû bi rûyî wan dibe û dibêje:

"Pirsgirêka min a sereke nebûna cadeyên taybet ên ji bo duçerxesiwariyê ye.

Gelek caran şofêr, bi taybetî jî şofêrên taksiyan li me nanêrin û otomobîlên xwe bi ser me de diajon, alîkariya me nakin."

Bandora bernameya Rûdawê

Mijara sûdên duçerxesiwariyê û wan metirsiyên ku li ser cade û kolanan rûbirûyî vê werzişê û vê awayê tendurist ê çûn û hatinê dibin, bû mijara sereke ya bernameya "Doktor Aras" a Tora Medyayî ya Rûdawê.

Ev dengvedan tenê di çarçoveya ekranê de nemayê û berpirsên Parêzgeha Hewlêrê xistin nav liv û tevgerê.

Berpirsên Parêzgeha Hewlêrê li ser naveroka bernameyê li gel Maseya Tenduristiyê ya Rûdawê civiyan.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw destnîşan kir ku xebata wan li ser vê projeyê heye û got:

"Sê sal in em mijûlî danîna planekê ne ku em li Hewlêrê ji bo duçerxesiwariyê rêyên taybet çêbikin.

Em hewlên Rûdawê jî bilind dinirxînin ku dê bibe alîkarê karên me."

Pêdiviya bajarê modern

Birêvebirê Maseya Tenduristiyê ya Rûdawê Aras Biradostî tekezî li ser girîngiya binesaziya guncav a ji bo bajarekî modern kir û ragihand:

"Ti bajarên modern bêyî rêyên peya û duçerxesiwariyan bi pêş nakevin.

Me li Rûdawê planeke taybet a ji bo girîngîdayîna bi duçerxesiwariyê heye."

Li gorî wê plana ku li ber dest e, eger nexşe û dîzayn bi awayekî dawî werin pejirandin, biryar e ku pêşî ji parkan dest pê bibe.

Di qonaxên piştî wê de jî dê li cadeyên sereke yên wekî 30 metrî, 60 metrî û 100 metrî rê û cihên taybet ji bo duçerxesiwaran werin çêkirin ku Mam Casim û kesên wekî wî karibin bêyî tirsa ji otomobîlan di nav bajêr de bigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst